Rojeva rojnameyên Erebî..

Rojnameyên Erebî destnîşan kirin ku Washigoton amade ye derbeyê li rêjîma Sûriyê bibe, lê li benda tawîzdayîna Rûsya yê. Rojnameyan her wiha her wiha bal kişandin ser destwerdana Îran di Yemenê de û êrîşa Hûsiyan a li ser bajarê Riyadê, têkiliyên Iraq û Bexdayî û pêşveçûnên li Filistînê.

 Rojeva rojnameyên Erebî..
12 nîsan, 2018   08:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji mijarên sereke yên ku di rojeva rojnameyên Erebî de cih girtin; amadekariyên welatên rojavayê ji bo êrîşî rêjîma Sûriyê. Şerê sar ê di navbera DYA‘ê Rûsya derbarê Sûriyê. Hin rojnameyan qala têkliyên hikûmeta Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê, her wiha nakokiyên di navbera Îran û Erebistana Siûdî kirin.

Amerîka amade ye derbeyê li Sûriya bide, lê li benda tawîzdayîneke ji aliyê Rûsyayê ve ye

Rojnameyên Erebî têkildarî geşedanên li Sûriyê, nexasim piştî êrîşa li ser Dûmayê ku tê îdîakirin ku "çekên kîmawî" hatiye bikaranîn û helwestên navdewletî. Girêdayî mijarê rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Wasghingotn ji bo derbeyê amade ye, lê pêkanîna wê girêdayî tawîzdayîneke mezin e" weşand, li gorî nûçeyê " Serokê Amerîka Dunald Trump duh Rûsya hişyar kir û ji re got “Rûsya sondê dixwe ku ew ê li fuzeyên li ser Sûriyeyê bide û got; Xwe amade bike, ji ber ku êdî fuzeyên super tên.‘‘

Di berdewama nûçeyê de hat gotin"Hin şîrovekar tercîh dikin ku di demeke nêz de êrîş li dijî rêjîma Sûriyê pêk were, lê pêkanîna wî bi tawîzdayîneke mezin ji aliyê Rûsiyê ve girêdayî. Trump duh li Koşa Spî pêşwaziya Wezîrê Parastinê Jamis Matis pêşwazî kir. Ev yek piştî axaftina Matis ku gotibû wî pîlanên leşkerî ji bo pêkanîna derbeyê li dijî bargehên Sûriyê amade kiriye pêk hatibû."

El-Ereb: Roviyê çolê yê nû yek ji sînaryoyên derbeya Amerikî

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî heman mijarê nûçeyek bi sernavê "Roviyê çolê yên nû Li Sûriyê ye" weşand. Li gorî nûçeyê "Daneyên welatên rojava yên derbarê ihtîmala êrîşa li dijî rêjîma Sûriyê, pirsek pir girîng di nava rojavayîna de derdixîne ku piştî derbeyê rewş dê çawa be?

Di berdewama nûçeyê de dom kir "Rayedarên Amerikî û Ewrupî navarokê derbeyê, dem û encamanên wê lêkolîn dike, lê hîna jî tam diyar nebûye. Çavkaniyan gotin ku derbe dê de çarçoveyeke berfireh de pêk were, mîna sînaryoya ‘‘Roviyê Çolê" ya sala 1998‘an li Iraqê pêk hatibû."

Rojnameyê ji çavkaniyan wiha dom kir  "Ihtîmal heye ku derbeya welatên rojava yên li dijî rêjîmê xeta sor a ku Rûsiya ji bo balafirên koalîsyonê û Israîlî danî bû ku Şamê hedef negire, derbas bike. Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku dibe ku derbeye werin kirin ne rêxistinî be, bi vê yekê rojavayî teknîka "roviyê nû li Şam an jî nêzî bejahiya wê" pêk tîne; ev teknîk operasyoneke hawayî paytexa Iraq Bexda di nava 4 rojan de hedef kir. Di encamê de qederk mezin ji binsaziya Iraqî hilweşiya. Washington û Lundun rêjîma Sedam Hisên sûcdar kir ku bi endamên ajansa enriyê ya navdewletî re nabû alîkar."

Israîl gefa helweşandina rêjîma El-Esed li Îran dixwe

Rojnameya El-Heyat di nûçeya xwe ya bi navê "Israîl gefa rakirina El-Esed û rêjîma wê dixwe" de got "Li gel gefxwarinên Serokê Amerîka Dunald Trump ku êrîşî Sûriyê bike, her wiha di dema ku  gefên Şam û Tehranê zêde dibe, hikûmeta biçûk a Israîl geşedanan nîqaş dike. Rojnameya Mearîf ku agahiyên xwe ji çavkaniyên leşkerî Îsraîl girtibû ku Israîl  gefa ‘Heger Îran bi riya Sûriyê mûdaxeleya Israîl bike dê Esed û rêjîma wê ji nexşeya cîhanê werin rakirin.‘ xwar"

Li başûrê Erebistana Siûdî du balafirên "Dron" hatin xistin û 3 moşekê hatin derbekirin

Ji rojnameyan behsa Yemenê, El-Heyat nûçeyek di bin sernavê "Li başûrê Siûdiyê du balafirên (Dron) hatin rûxandin û 3 moşek ku Hûsiyan avêtibûn, hatin derbekirin" weşand. Li gorî nûçeyê "Koalîsyona Erebî ragihand ku du balafirên Dron ên bê pilot ku milîsên Hûsî ber bi başûrê Erebistana Siûdî avêtibû da ku balafirgeh û saziyên bajêr hedef bike,  hatin rûxandin. Hêzên Parastina Hawayî ya Erebistana Siûdî duh 3 fûzên balistîk ku Hûsiyan ku ber bi Riyad, Cazan û Necran ve avêtibû hatin derbekirin."

Bexda û Hewlêr amadekariyên diyalogan dike û Washigton pêşwaziya vê gave dike

Rojnameya El-Qudis Erebî girêdayî têkiliyên Iraq û Bexdayê nûçeyek bi sernavê "Barzanî bi rayedarên Iraqî re dicive..Washigton danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexda erênî dibîne" weşand û got, " Şandeyek ji hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Necîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî  û hejmarek ji endamên wezaretê serdana paytexta Bexda dike. Herdu alî dê dosyayên di navbera Bexda û Iraqê gotûbêj bikin.

Ebas gavan diavêje da ku Hemas neçar bike ku hikum radest bike

Rojnameyên Erebî bal kişandin li ser rawestandina mûceyên karmendan û aloziya di nava saziyên sivîl de. Girêdayî mijarê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Şaredariya Xeza ragdighîne ku li herêma Xezayê xizmetguzarî rawestiya ne" rojnameya El-Heyat jî nûçeyek bi sernavê "Desthilatdarî ji bo Xeza vegerîne amadekariyan dike" weşandin.

Rojnameya El-Heyat got, " Di demeke ku bangawaziyên paşxistina mûceyên karmendan li Xezayê derketiye pêş, berpirsyarên Filistînê dane xuyakirina ku desthiladarî amadekariyan dike da ku Tevgera Hemas neçar bike ku hikûm teslîm bikin. Li gorî berpirsyaran gavên ku ji aliyê Mehmûd Ebas ve diviya bû ku beriya 11 salan ve hatiba avêtin, di dema ku Hemas bi hêza çek Xeza girt ku bi derbeyê hate binavkirin. Ji gavan rawestandina mûceyên karmendên e, rawestandina destekdayînê di her aliyan de, tenduristî, pewerde."