Hêzên Rêjma Sûriyê Xûtaya Rojhilat bi temamî xist bi serweriya xwe

Hêzên Rêjîma Sûriyê bargeha herî dawî ya gurupên çete li Xûta Rojhilat xistin bi serweriya xwe û bi vê yekê Hêzên Rêjmê hemû Xûta Rojhilat kontrol kir.

Hêzên Rêjma Sûriyê Xûtaya Rojhilat bi temamî xist bi serweriya xwe
12 nîsan, 2018   09:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansên Rûsî li ser zimanê Serokê Navenda Aştî û Lihevanînê yê Rûsya li Sûriyê Jeneral Yorî Yeftoşkino gotin ku Hêzên Rêjîma Sûriyê bargeha herî dawî ya gurupên çete li Xûtaya Rojhilat xistin bin serweriya xwe.

Jeneral da zanîn ku bikontrolkirina bajarê Dûma, Hêzên Rejîma Sûriyê hemû Xûtaya Rojhilat a Şamê xistin bin serweriya xwe.

(bx)