Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin

Kevana Zêrîn bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya kantona Kobanê şahiyek ji zarokan re lidar xist. Li navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê jî Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şahiyek ji zarokan re lidar xist.

Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin
Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin
Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin
Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin
Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin
Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin
Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin
Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin
Li Kobanê û Dirbêsiyê şahiyên zarokan hatin lidarxistin
11 nîsan, 2018   18:46

KOBANÊ/HESEKÊ

Şahiya Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi beşdarbûna dehan zarokan û endmên çandê hate lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endama Navenda  Rêveber a Navenda Çandê Efîn Berewad axivî û bal kişand ser bandora aloziya heyî ya li ser zarkan û destnîşan kir ku aramnca wan ji şahiyan ew e ku dilê zarokan xweş bikin.

Koma Arîn a navenda Çand û Hunerê û Koma Şehîd Barîn a Navenda Kevana Zêrîn starn pêşkêş kirin.

Di şahiyê de her wiha koma Şehîd Şîlan û Koma Rêvana dîlan û koma Şehîd Mustafa jî şano pêşkêş kirin.

Şahiya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî li navenda Çandû Hunerê ya Dirbêsiyê hate bi beşdarbûna dehan zarokan û malbatên wan hate lidarxistin.

Di destpêka şahiyê de pêşbirk di nava zarokan de hate lidarxistin û pirs ji wan hate kirin.

Paşê Koma Şehîd Peyman stranên zarokan pêşkêş kir, her wiha Koma Şano ya Robî jî şanoyek li ser berxwedana serdemê pêşkêş kir û diyar kirin ku çawa dagirker mal û milkên Efrînê talan kirin.

Di dawiya şahiyê de şêranî li zarokan hate belavkirin.

(dc)

ANHA