Ji Kongreya Star daxuyaniya piştgiriya Berxwedana Serdemê

Rêxistina Kongreya Star a Dirbêsiyê bi aramanca piştgiriya Berxwedana Serdemê daxuyaniyek da û bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku alîkariya welatiyên Efrînê bikin û hesab ji dewleta Tirk bipirsin.

Ji Kongreya Star daxuyaniya piştgiriya Berxwedana Serdemê
11 nîsan, 2018   17:10

HESEKÊ

Endamên Kongreya Star ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daxuyanî li ber Komîngeha Şerdan a li taxa Rojhiat a Dirbêsiyê xwendin. Daxuyanî ji aliyê Mamosteya Zimanê Kurdî Leyla Bekir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê hemû jinên Kurdistanê li derdora Berxwedana Serdemê kom bibin û derkevin meydanan û bi hemû hêza xwe piştgiriya Berxwedanê bikin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşan kirin ku jinên Bakurê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û dagirkiriya Tirkiyê berxwedan ragîhand û wiha hate gotin: "Efrîn bûye sembola Berxwedanê, Di berxwedanê de bi sedan şehîd bûne.Em wekî jinên Navçeya Dirbêsiyê piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Serdemê de nîşan didin."

(dc)

ANHA