Meclîsa Sivîl a Dêrizorê bi rûspiyan re civiya

Meclîsa Sivîl a Dêrizor bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li herêmê bi rûspiyên eşîrên ereb ên herêmê re civiya.

Meclîsa Sivîl a Dêrizorê bi rûspiyan re civiya
Meclîsa Sivîl a Dêrizorê bi rûspiyan re civiya
Meclîsa Sivîl a Dêrizorê bi rûspiyan re civiya
Meclîsa Sivîl a Dêrizorê bi rûspiyan re civiya
11 nîsan, 2018   18:50

DÊRIZOR

Civîn li Navenda Meclîsa Sivîl a Dêrizor ya li herêma Kesra bi beşarbûna rûspiyên eşîran, rûspiyên gundewarên Dêrizor, nûnerên MSD û nûnerên saziyên sivîl ên herêmê hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endamê MSD'ê Hesen Mihemed li ser geşedanên dawî û girîngiya lidarxistina civînên bi vî rengî axivî û got: "Bi civînê wiha di riya şêxên herêmê re nêzîkatî di nava me û civakê de çêdibe. Em li pirsgirêkên gel guhdar dikin û riyên çareseriyê bi wan re nîqaş dikin."

Di berdewama civînê de Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif piştî civînê ji ajansa me re axivî û got ku bi van civînan ew bi şêx û rûspiyên herêmê re mijarên xizmetguzarî, tenduristî û perwedeyê nîqaş dikin û tekez kir ku hemû rûspiyên herêmê piştgiriya xwe ya bi MSD, QSD û gelê Efrînê re anîn nîşan dan.

Şêxê eşîra Igêdat Cemîl Mehmûd El-Hifil jî destîşan kir ku mijarên xizmetguzarî û temrîkirina riyan di civînê de nîqaş kirine û destnîşan kir ku ew wekî gelê herêmê piştgiriya Meclîsa Sivîl a Dêrizorê û gelê Efrînê dikin.

Di dawiya civînê de hemû aliyan piştgiriya xwe ya bi gelê Efrînê re anîn ziman û tekez kirin ku gelê Sûriyê tu carî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê re qabûl nakin.

(dc)

ANHA