Êzidiyên herêma Cizîrê li dijî kiryarên Tirkiyê  li ber navenda NY çalakî lidar xistin

Êzidiyên herêma Cizîrê banga li rêxistinên Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî neheqiya artêşa Tirk a dagirker li dijî Êzidiyên kantona Efrînê erka xwe bi cih bîne.

Êzidiyên herêma Cizîrê li dijî kiryarên Tirkiyê  li ber navenda NY çalakî lidar xistin
Êzidiyên herêma Cizîrê li dijî kiryarên Tirkiyê  li ber navenda NY çalakî lidar xistin
Êzidiyên herêma Cizîrê li dijî kiryarên Tirkiyê  li ber navenda NY çalakî lidar xistin
11 nîsan, 2018   13:13

QAMIŞLO

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê yên li Efrînê bi taybet neheqeiya ku li hemberî  civaka Êzidî têne kirin, çalakiyek li dar xist.

Bi dehan Êzidiyên herêma Cizîrê alên Mala Êzidiyan, wêneyên qurbaniyên komkujiya dewleta Tirk li Erînê, pankartên " Ji qirkirna Êzidiyan re na, Fermana Şengalê li Efrînê dûbare dibe, qirkirina Êzidiyan rawestînin û  Erdogan û DAIŞ yek in" hilda bûn ji pêşiya Stadyona 12‘ê Adarê ber bi avahiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya UNICEF ve dest bi meşê kirin.

Meşavana dirûşmeyên silavkirna Berxwedana Serdemê û şermzarkirina dagirkeriya Tirkiyê beriz dikirin.

Meş li pêşiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya UNICEF veguherî mîtîngê. Bi navê Civaka Êzidî daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Ilyas Seydo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Bi dirûşmeya me ji terora Tirkiyê ya Erdoganî rizgar bikin, dema hêzên dagirkeriya Tirkiyê derbarê herêma Efrînê û malên êzidiyan bûn, muhir li ser deriyên malên êzidiyan xistin.

Wekî tê zanîn; ji dema hilweşandina hukmê osmaniyan, Êzidî û Musliman bi hev re bi aşîtî jiyan dikin.

Beriya çend rojan, hêzên Tirkiyê û çeteyên wê di bin gefên kuştinê welatiyên Êzidî neçar dikin ku bibin musliman û li mizgeftên wan nimêj bikin, rêbazên hêzên Tirkiyê û çeteyên ji yên DAIŞ li Şengalê ne dûr e.

Li gorî lêkolînerê Birîtanî Henrî Henry Laird cihê ku îro Tirkiyê lê ye, beriya sala 1071‘an de tu kesên Tirk lê nebûn.

Osmaniyên Tirk, seriyê her êzidiyekê bi 100 lêreyên Osmanî dikirin û guhê wî bi buhayekê kêmtir dikirin. Henry Laird bi bîr xist ku serî û guhên Êzidiyan di bin çandira Fermandarê Tirk Wehbî  Paşa Mezara Lalaşa Nûranî ya Êzidiyan a li bakurê Iraqê veguherand dibistana ezberkirina Quranê û di sala 1906 bi navê Islamê ew li ser cîhadê perwerde dikirin.

Li gorî lêkolînên Akademiya Êzidiyan a Hanoverê ya sala 2014‘an; Osmaniyan di navbera salên 1516 û 1918‘an de 40 ferman li dijî Êzidiyan pêk anîn, navên kesên ku ferman pêk anîn jî hatine arşîfkirin.

Terora Erdogan îro, bi dagirkirina Efrînê û gundên Êzidiyan demografiya hermê diguhere, mal û milkên sivîlan talan dikin. Tirkiyê bi çekên NATO‘ê komkujiyan pêk tîne. Ma ev nirxên NATO‘yê ye?, Çima civaka navdewletî û konseya Ewlekariyê temaşeya sucên Tirkiyê dike?

Em bang li cîhana azad, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê, rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila derbarê sucên Erdogan dike, bê deng nemîne.

Tirkiyê û çeteyên wê, li dijî Êzidiyan hemleyek qirkirinê daye destpêkirin, mezar û pîrozgehên êzidiyan radike. Her kes dizane ku piraniya gundên Êzidî niştecihên  wê y ên resen Êzidî ne ku ji beriya hezarên salan lê dijîn e.

Li ser vê yekê banga me ji aliyên peywendîdar ên Neteweyên Yekbûyî ev in:

-DivêTirk davilî ji Efrînê werin derxistin.

- Divê tazîmatên jinûve avakirina mezaran werin dayîn.

-Azadiya fikirî û bawerî were misogerkirin.

-Divê şandeyek lêpirsînê ji bo Efrînê were şandin da ku kiryarên Tirkiyê bişopîne.

- Bi girantiya navdewletî koçberên Efrînê li warên xwe vegerin.

Ji kesên ku beşdarî çalakiyê bûne, Şirîn Qasim anî ziman ku ew li dijî sucên hovane yên dagirkeriya Tirkiyê li hemberî hemû pêkhateyên Efrînê têne kirin piştgiriya  gelê Efrînê dikin.

Şirîn destnîşan kir ku şervana yekemîn a li Şengalê li dijî DAIŞ‘ê şehîd bû ji Efrînê bû û got, "Bila Erdogan nas bike ku pêkhateyên Êzidî li hemberî sucên Tirkiyê bêdeng namîne."

Mîtîng bi dirûşemayên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(bb)

ANHA