Bi wênexêzên xwe piştgirî dan zarokên Efrînê

Zarokên kantona Kobanê bi riya wênexêzên xwe piştgiriya xwe bi zarokên Efrînê re diyar kirin.

Bi wênexêzên xwe piştgirî dan zarokên Efrînê
Bi wênexêzên xwe piştgirî dan zarokên Efrînê
Bi wênexêzên xwe piştgirî dan zarokên Efrînê
Bi wênexêzên xwe piştgirî dan zarokên Efrînê
Bi wênexêzên xwe piştgirî dan zarokên Efrînê
Bi wênexêzên xwe piştgirî dan zarokên Efrînê
Bi wênexêzên xwe piştgirî dan zarokên Efrînê
11 nîsan, 2018   13:10

KOBANÊ

Dibistana Dijle Firat ya asta seretayî ya kantona Kobanê bi armanca piştgiriya zarokên Efrînê pêşengeheke hunerî bi navê "Serî Hildin" vekir. 

Bi deha mamoste û xwendekar tevî malbatên xwe beşdarî pêşengehê bûn.

Di pêşengehê de Mûdîrê dibistana Dijle Firat Silêman Şêx Hesen axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û spasiya mamosteyên ku pêşengeh amade kirine, kir.

Silêman destnîşan kir ku armanca lidarxistina pêşengehê ku destek bidin zarokên Berxwedana Serdemê yên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên naçar man ku dev ji warên xwe berdin û ji mafên xwe yên zarokatiyê mehrûm bûn.

Paşê, zarokên Dibistana Dijle Firat helbest gotin. Her wiha dîlan û şano jî hatin pêşkeşkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Efrînê bidawî bû.

(bx)

ANHA