‘Rêya xelasbûna ji zulim û koletî, fikrên Ocalan in’

Endama Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê Zeyneb Îbrahîm da zanîn ku tekane rê ji xelasbûna zulim û koletî, fiker û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

‘Rêya xelasbûna ji zulim û koletî, fikrên Ocalan in’
11 nîsan, 2018   14:23

QAMIŞLO

Kongreya Star li Navenda Çand û Hunerê ya El-Horî ya navçeya Amûdê derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, semînerek da. Bi dehan şêniyên navçeyê û gundên wê tevlî semînerê bûn.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê, Endama Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê Zeyneb Îbrahîm axivî û behsa jiyan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Zeyneb diyar kir ku Ocalan di oxira azadiya gelan de, li dijî sîstemên desthildar û dîktetor têkoşîn da meşandin. Zeyneb bi lêv kir ku tekane rêya ji xelasbûna ji zulim û koletî û hilbijartina rêya azadî, fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Zeyneb destnîşan kir ku gel û jina Kurd li ser esasê nirxên mirovahiyê û parastina rewa ya ku Ocalan di rêgezên Netewa Demokratîk de diyar kirine, têkoşînê dike.

Di dawiya axaftina xwe de, Zeyneb Îbrahîm ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan bang li rêxstinên mafê mirovan û NY kir.

(kc)

ANHA