Trûmp: Rûsya hazir be, moşekên me tên

 Rageşiya di navbeyna DYA û Rûsyayê de geştir dibe. Serokê DYA'yê Trûmp got, "Rûsya hazir be, moşekên me tên."

Trûmp: Rûsya hazir be, moşekên me tên
11 nîsan, 2018   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Trûmp peyamên tund dane Rûsyayê. Rageşiya piştî îdîayên çekên kîmyewî yên ku li Sûriyeyê hatine bikaranîn, bi mesaja Trûmp zêdetir bû.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li ser hesabê xwe yê Twîtterê bang li Rûsya kir û got,ʺ Rûsya soz da Sûriyeyê ku hemû moşekên bi ser Sûriyeyê de werin bîne xwarê. Amade be Rûsya, ji ber ku ew tên, xweşik in, nû ne û 'zîrek' in."

Rûsyayê gotibû ew ê bersivê bidine êrîşeke pêkan a DYA'yê.