Asayîşê kesên bi navê ewlekarî û leşkerî dizî dikirin, girtin

Hêzên Asayîşê li bajarê Qamişlo sê kesên ku bi navên ewlekarî û leşkerî dizî dikirin girtin û ew radestî Dozgeriya Giştî kirin.

Asayîşê kesên bi navê ewlekarî û leşkerî dizî dikirin, girtin
11 nîsan, 2018   11:31

QAMIŞLO

Buroya Sûcên Rêxistinkirî yên girêdayî Asayîşê ji bo girtina sê kesên ku dizî bi navên ewlekarî û saziyên leşkerî dikirin, dest bi lêkolînê kir. Piştî nasnameya wan hate diyarkirin, Buroya Sûcên Rêxistinkirî  ew her sê kes li kolanên Qamişlo dema dizî dikirin, girtin.

Têkildarî mijarê Buroya Raghandinê ya Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyê nûçeyek belav kir û da  zanîn ku hêzên wan di 10`ê Nîsanê de ango duh ew her sê kesên behsa  mijarê girtin.

(kc)

ANHA