Dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Umer Elûş" bi dawî bû

Li Akademiya Civaka Demokratîk a li navçeya Eyn Îsa dewreya perwerdeyê ya 8‘emîn a navê "Şehîd Umer Elûş" lê hatibû kirin, bi dawî bû.

Dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Umer Elûş" bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Umer Elûş" bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Umer Elûş" bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Umer Elûş" bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Umer Elûş" bi dawî bû
Dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Umer Elûş" bi dawî bû
11 nîsan, 2018   12:00

GIRÊ SPÎ

Dewreya perwerdeyê ku bi tevlîbûna endamên meclîs û komînên gundewarên Dêrazorê hatibû vekirin, 20 rojan berdewam kir.

Di perwereyê de waneyên li ser "Girîngiya perwerdeyê, parastina rawa, federalî, semîner li ser meclîs û komîn hatin dayîn.

Ji endamên ku beşdarî dewreya perwerdeyê bûne, Ehmed El-Bersan diyar kir ku wî sûd ji perwerdeyê girt û sîstema kar û xebatên meclîs û komînan nas kir.

Fereh El-Qerîban jî diyar kir wê bi riya perwerdeyê rola jin fêm kir û got,"Jin bi salan tenê di mal dima, di nava çar dîwaran de xizmeta malbatê dikir, wekî din rola wê ji dervî malê hatibû astengkirin. Di vê perwerdeyê me gelek tişt girêdayî dîroka jin û rola wê di civakê de nas kir.ʺ

Fereh El-Qerîban, bang li jinan kir ku beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin û asta zanebûna xwe pêş bixînin.

Rêveberê dewreya perwerdeyê Xebat Efrîn, anî ziman ku ew di baweriyê de ye ku endamên perwerdeyê xebatên xwe yên di nava komîn de baş bi cih bînin.

)bb)

ANHA