‘Divê gelê Kurd li dijî dagirkeriya Tirkiyê hevgirtina xwe xurt bike’

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim li dijî xeteriya Tirkiyê ku gelê Kurd hedef dike, bang li hemû partî û rêxistinên Kurdistanê kir ku hevgirtina xwe xurt bike û nakokiyên xwe deynin aliyekî.

‘Divê gelê Kurd li dijî dagirkeriya Tirkiyê hevgirtina xwe xurt bike’
11 nîsan, 2018   10:53

EKREM BEREKAT/NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim, derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina Kurdan, bi taybet êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî destkeftiyên Kurd ne tiştekî nû ye û wiha got, "Tirkiyê ji beriya sedên salan dijminahiya kurdan dike. Ji bo tunekirina kurdan bi dewletan re îtîfaqan çêdike. Geşedanên dawî yên li Kerkûkê rû da, nîşaneya vê yekê ne."

Rizgar Qasim got’"Tirkiyê aktora sereke ya aloziya Kerkûk û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê yên ji aliyê Heşid El-Şabî ve hatine dagirkirin e. Rayedarên Tirk car caran daxuyaniyan didin û dibêjin ku ew bendên peymana Milî vedijînin, dibêjin ku Kerkûk, Mûsil, Rojava herêmên Tirkî ne. Tirkiyê hemû hewldanan dike da ku van herêman cardin dagir bike.ʺ

Rizgar her wiha destnîşan kir ku dagirkerên Kurdistanê di serî de Tirkiyê, ji vîna gelê Kurdistanê ditirse û ev tişt anî ziman,"Divê gelê Kurd li Kurdistan û cîhanê li dijî êrîşên dagirkeran û peymanên wan ên ku vîna gelê Kurd hedef dike, hevgirtina xwe xurt bikin. Pêwîste hemû rêxistin, tevger û partiyên kurdî nakokiyên xwe li aliyekî deynin û yekîtiya netewî bi hêz bikin."

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk bal kişand ser banga KCK‘ê ya yekîtiya niştimanî û got, "Banga KCK‘ê cihê rêzgirtinê ye. Pêwîste ku hemû hêzên siyasî, civakî vê bangê pêk bînin, ne wisa be rewşa gelê Kurd wê di xeterê de be."

(bb)

ANHA