Mijarên sereke yên rojnameyên Erebî

Amerîka ji bo bersiva êrîşa kîmawî ya ku li dijî Dûma pêkhatî amadekariyan dike, Rûsiya  beriya derbeyê dixwaze demê qezenc bike, Erdogan xwe amade dike ku cihê xwe li gel Wasghigtonê çêbike. Li Iraqê metirsîli ser êrîşên DAIŞ‘ê û li Xezayê jî metirsî ji birîna mûçeyan.

Mijarên sereke yên rojnameyên Erebî
11 nîsan 2018   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro, giranî dane helwestên navdewletî derbarê êrîşa kîmawî ya li ser Dûmayê, hate gotin ku Amerîkayê gefa derbeya leşkerî li dijî rêjîma Sûriyê dixwe.

Amerîka ji bo cenzakirina El-Esed amadekariyên leşkerî dike

Ji rojnameyên Erebî behsa helwestên navdewketî ji bo êrîşkirina leşkerî li dijî rêjîma Sûriyê, El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Amerîka ji bo»cenzakirina« El-Esed amadekariyên leşkerî dike, û daxwaza piştgirkiyê ji Fransa û Birîtanya dike" weşand. Di nivîsê de wiha hate gotin, "Bi amadekariyên bersivdayîna êrîşa kîmawî ya ku li dijî Dûma ya Xûtaya Şamê pêk hatî re, Serokê Amerîkayê Dunald Turmp çûyîna xwe ya ji bo Amerîkaya latîn îbtal kir. Wezîrê Parastinê yên Amerîka Jams Matis jî projeyên xwe yên ji bo serdanê îbtal kir."

Di berdewama nivîsê de hate gotin "Peywendiyên berfireh di navbera Washington, Paris û Lundunê de derbaê beşdarkirina hevkarên wê yên Ewropî ji bo derbeya leşkerî ya li dijî Sûriyê, pêk hatin. Îhtîmalek mezin heye ku Fransa bibe şîrîk, Birîtanyaya jî li benda erêkirina parlamentoyê ye."

Rûsya hewl dide beriya derbeyê demê qezenc bike

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî heman mijarê, nûçeyek bi sernavê "Rûsya hewl dide, derbeya rojava li dijî rêjîma El-Esed sivik bike" avêt. Di nivîsê de wiha hate gotin, "Xuyaye ku derbeya li dijî rêjîma El-Esed ku bi serkêşiya dewletên yekbûyî bûye mijara demê, Rûsya hewl dide demê qezenc bike."

Di berdewama nûçeyê de hate gotin ku "Rêjîma Sûriyê li hemberî îhtîmala êrîşan, amadekariyan dike, di vê çarçoveyê de, bargehên xwe yên leşkerî yên li parêzgeha Dêrazorê vala kirin, her wiha bafirgehên leşkerî yên stratîjîk, bargehên rêjîmê li beravê û bargehên Rûsî hatin asêkirin."

Tevgera Rêxisitina Qedexekirina Kîmawî rewşê tevlihev dike û Rûsya jî hewl dide tevliheviyê aram bike

Girêdayî heman mijarê; Rojnameya El-Heyat sernavê " Tevgera »‎ Rêxistina Qedexekirina Kîmawî «rewşê tevlihev dike û îşareta Amerîkî ya bikaranîna tundiyê, beriya xebatên doplomasî tê kirin" weşand. Li gorî nûçeyê "Biryara Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya şandina komîteyeke lêpirsînê ji bo Dûmayê gaveke girîng bû ku di çarçoveya tevgera doplomasî de pêk hatiye."

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku li defên şerê rojavayê û îşaretên Washigton, Paris û Lundun ku bersiva leşkerê were dayîn, Mosko û Şam banga armaniyê dikin, Kermelin ji bo çareserkirina aloziyê banga tevgera doplomasî dike. Rêjîma Sûriyê jî daxwaz ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ku komîteya lêpirsînê bişîne Dûma. "

Girêdayî helwesta Tirkiyê yên derbarê gefxwarinên Amerîka, Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Erdogan amadekariyan dike ku cihê xwe li gel hevgirtina Amerîkayê çêbike." Weşand. Di nivîsê de wiha hate gotin" Serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan piştgirî da xîtaba Amerîka û Ewrupa ya li dijî rêjîma Sûriyê. Rexmî ku Erdogan berpirsyariya êrîşa kîmawî negirt li ser rêjîmê, lê duh gotibû ku kê dibe bila bibe wê berdêlên giran bide."

Iraq ji hewldana êrîşên DAIŞ‘ê di dema hilbijartinan de bi fikir e

Rojnameya El-Heyat behsa mijarê, nûçeyek bi navê "Li raq hişyariya êrîşên DAIŞ‘ê di dema dengdanê de " weşand. Li gorî nûçeyê "Koalîsyona Navdewletî hişyariya îhtîmala rêxistina terorîst a DAIŞ ji êrîşên berfireh ku bandore li ser hilbijartinên parlanemtoya Iraqê bike, kir. Hêzên Ewlekariya Iraqê ragihand ku wan li bakurê Mûsilê şaneyek rêxistinê girtin. Berdevkê Koalîsyonê Rayan Dilon di hevdîtineke xwe de bi kenalekê re got ku DAIŞ li Iraqê bi temamî tune nebûye û li hin herêmên ku hikûmeta Iraqê nas dike, kom bûne û amadekariya êrîşan dikin. Dilon her wiha destnîşan kir ku metirsî hene ku DAIŞ êrîşên berfireh pêk bîne ku bandore li ser hilbijartinan bike. Em agahiyan kom dikin û pêşkêşî Iraq dikin da ku tedbîran bigirine."

Hêzên Îmarat tecrûbeya li Edednê vediguhese Tez

Derberê rewşa Yemenê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Yemen: Îmarat dest kopîkirina tecrûbeya Eden li Tezê kir. hikûmeta Hadî jî komîteya bilind a leşkerî ya rizgarkirnê ava dike" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin"Çavkaniyên fermî diyar kir Ebû Zebî dest bi gavên kopîkirina tecrûbeya li parêzgeha Eden a di aliyê leşkerî, ewlekarî û siyasî ji bo parêzgeha Tez û derdora wî kir.

Li Xezayê, metirsî li ser qutkirina mûceyan

Derbarê rewşa Filistînê, rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê »Peymana Serdemê ya nûkirî« ji aliyê Filistîniyan ve rastî nerzîbûnê hat", her wiha rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Paşxistina mûceyan li Xezayê metirsiyê çêdike" avêt.

Di nûçeyê de wiha hate gotin "Mijara paşxistina mûceyên karmendên hikûmetê li Xezaya, karmend xistiye metirsiyê ku mûceyên wan bi temamî werin qûtkirin. Mijara qûtkirina mûçeyan di çarçoveya tedbîrên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas pêkhatibû de, ku îlan kiribû ku niyeta wê heye ku dijî Tevgera Hemas tedbîran bigire. Bi taybet piştî hewldana kuştina Serokwezîrê Filistînê Ramî El-Hemdullah li Xezayê ku meha derbasbûyî pêk hatî. Karmendên hikûmeta Filistîn ji ber mûceyên xwe negirtin di metirsî de ne. Derbarê vê yekê Wezareta Malî tu agahî neda."