Eurocontrol hemû şerîketên balafiran hişyar kir

Rêxistina Ewropa ya Aştiya Hewayî (Eurocontrol) hemû şerîketên balafiran derbarê êrîşên muhtemel li ser Sûriyê, hişyar kir.  

Eurocontrol hemû şerîketên balafiran hişyar kir
11 nîsan 2018   09:13

NAVENDA NÛÇEYAN

 Eurocontrol hemû şerkîtên balafiran yên li aliyê rojhilatê Deryaya Spî ya Navîn hişyar kir ku dibe di 72 saetan de êrîşên hewayî li Sûriyê çêbibin.

Eurocontrol di daxuyaniya xwe de, da zanîn ku dema êrîşên hewayî û moşekên erd-erd yan jî moşekên Kiroz di 72 saetên pêş me de li Sûriyê çêbibin, dibe ku alavên şopandina balafiran demkî werin xerabkirin, ji ber vê yekê jî dema balafir pîlan dikin li aliyê rojhilatê Deryaya Spî ya Navîn bifirin, hişyar bin.

Duh jî DYA û Rûsya derbarê vekirina lêpirsîna bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê Ii Meclîsa Ewelekarî ya Navneteweyî bi hev ketin.

Ji aliyekî din ve jî, piştî ku çekên kîmawî li Dûma hate bikaranîn, DYA û hevkarên xwe pîlan dikin ku êrîşî bargehên leşkerî yên Rejîma Sûriyê bikin.

 (kc)