Kêmbûna baranê zirarek mezin li cotkar û sewaldarên Til Hemîsê kiriye

Kêmbûna baranê bandor li şêniyên navçeya Til Hemîs û gundên wê ku piraniya wan li ser berhemên çandiniyê debara xwe ya jiyanê dikin, kir. Cotkaran û sewaldaran metisîna xwe derbarê kêmbarîna baranê anîn ziman û diyar kirin ku zirarek mezin îsal li wan bû ye.

11 nîsan 2018   08:26

ŞEHAB EL-EHMED/QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Hemîş û gundên wê hemû debara xwe bi çandî û sewaldaran dikin. Îsal rêjeya baranê li giştî herêma Bakurê Sûriyê pir kêm hat, niha bi nêzîkbûna dawiya buharê zeviyên welatiyan û pezên wan zirar dîtin. Ji ber kêmbûna baranê xisarek mezin li cotkar û sewldara bû.

Ji ber kêmbûna baranê berhemên ceh, genim, kemûn, nîsk û herwekî din ên berhemên çandiniya zivistanê yên bi baranê dihatin avdan ziwan dibin.

Ji ber wê jî sewaldarên herêma Til Hemîs ku ji ber heman pirsgirêkê nikarin êmên sewalên xwe peyda bikin, pezê xwe dibin sûka pez û difroş in. Di heman demê de ceh û êmên pez pir buha bû ye. Cotkar û sewaldarên herêma Til Hemîs destnîşan kirin ku ji sala 2017'an ve sala herî ziwa di ser wan de hatiye.

Cotkarê bi navê Ehemed El-Ebdin ê ji gundê El-Şûra derbarê mijarê de got ku ziwabûna herêmê bandorek mezin li tevahî herêmê kiriye û wiha dom kir,"Derdora 20 bîrên herêmê ku heremek derdora 500 hiktar zevî av didan ber bi ziwabûnê ve diçin. Me bi wan bîran genim, pembo û herwekî din diçandin, lê niha tenê em zeviyên bejî diçînin. Ewî jî li ser baranê ye."

Kîloya ceh  û kayê ku êmên sereke yên pez e jî pir buhabûye. Kîloya ceh ji 125 lîreyan derketiye 150 û kîloya kayê jî ji 30 lîreyan derketiya 80 lîreyên Sûriyê. Ji ber vê yekê jî xwediyên sewalan sewalên xwe ji pez, bizin û çêlekan difroş in.

Kêmbûna baranê pez jî erzan kiriye

Sewaldaran jî ji kêmbûna nirxên pezên xwe gazinc kirin û diyar kirin ku ji sedî 50 buhayê pezên wan kêm bû ye. Sewaldarê bi navê Salih El-Salih, da zanîn ku ew pezên xwe di sûka navçeyê de difroşin û wiha dom kir,"Ji ber êm pir buha bûye û çêre nîne, em pez difroşin, ew jî nêvê qîmet daketiye."

Delalê sûka pez ê bi navê Hisên El-Midhî da zanîn ku berê wan serê pez di navbera 60 û 50 hezar lîreyên Sûriyê dikirîn û niha ji ber buhabûna êm daketiye di navbera 20-25 hezaran tê firotin û wiha dom kir, "Di heman demê de kirîn û firoştin hema bêje rawestiya ye. Divê aliyên têkildarî derbarê mijarê de tevbigerin, da ku pirsgirêkê çareser bikin."

Berpirsê Berhemên Sewaldariyê yê girêdayî Komîteya Çandiniyê yê navçeya Til Hemîs Idnan Hisên El-Azil derbarê mijarê de wiha got, "cotkar û sewaldarên herêmê di rewşeke zehmet re derbas dibin. Kêmbûna baranê bandorek neyînî li ser berhemên çandiniyê û sewaldariyê kiriye. Berhemên çandiniyê yên bejî li herêmê têk çûye."

(dc)

ANHA