Şaredariya Gel pira geliyê Menqelan jinûva sererast kir

Şaredariya Gel a bajaroka El-Hemrat sererastkirina pir û riyên di navbera bajarok û herêma El-Kerama de, didomînin.

Şaredariya Gel pira geliyê Menqelan jinûva sererast kir
Şaredariya Gel pira geliyê Menqelan jinûva sererast kir
10 nîsan, 2018   09:43

REQA

Di vê çarçoveyê de şênî û xwediyên kamiyonan ji şaredariyê xwestin ku pira geliyê Menqelan ê ku herêma El-Kerama û bajaroka El-Hemrat bi hev dide girêdan, sererast bike.

Di hemleya rizgarkirina herêmê de ya ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin, çeteyên DAIŞ`ê beriya ku ji herêmê birivin, ziyaneke mezin gihandin pir. 

Şaredariya Gel li gorî xwestekan tevî derfetên kêm dest bi sererastkirina pirê kir.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Buroya Xizmetguzariyê Îman Taha got ku ji ber kêmbûan madeya îsfeltê pir wekî gava destpêkê bi keviran hate çêkirin.

Îman destnîşan kir ku wê li gorî derfetên xwe xizmeta şêniyên herêmê bikin.

(bx)

ANHA