Nêzîk wê perwerde li Kampa Berxwedan destpê bike

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li Kampa Berxwedan dibistanê amade dike, da ku şagirtên ji ber êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ji xwendinê bê par man, xwendina xwe bidomîn in.

Nêzîk wê perwerde li Kampa Berxwedan destpê bike
Nêzîk wê perwerde li Kampa Berxwedan destpê bike
10 nîsan, 2018   07:40

SOLÎN REŞÎD-ARŞÎN NECAR/ŞEHBA

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi êrîşên  xwe yên li ser Efrînê bi hezaran şêniyên Efrînê neçar kirin ku dest ji mal û milkên xwe berdin û berê xwe bidin kantona Şehbayê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê û bi alîkariya Rêveberiya Şehbayê Kampa Berxwedan ji bo bicihkirina welatiyan vekirin. Komîteya Perwedeyeya Civaka Demokratîk jî ket nava liv û tevgerê da ku xebatên perwedeyê dewam bike.

Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk diyar kir ku ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê 53 hezar û 100 şagirt ji mafê xwe yê xwendinê ji hemû astan, tevî peymangeh û zanîngehan bê par mane.

Niha di kampê de 3 hezar welatiyên Efrînê jiyan dikin, di kampê de 9 kon hatin vekirin da ku wekî dibistan werin bikaranîn. Di dibistanê de wê metiriyalên bi zimanê kurdî, erebî û bîrkarî werin dayîn.

Her konek cihê 20 xwendekaran heye, niha di kampê de 420 xwendekarên asta seretayî û 51 xwendekarên asta navîn hene. Xebatên perwedeyê di kampê de wê hefteya pêşiya me were destpêkirin, saetên xwendinê jî saet ji 08.00'an û heta 11.30'an hate diyarkirin.

Endamê Rêveber ê Komîteya Perwerdeyê Fadil Çawîş diyar kir ku 25 mamosteyên di kampê de amade ne û ew ê perwerdeyê bidin û wiha dom kir,"Dagirkeriya Tirkiyê zimanê Tirkî xistiye dibistanên Efrînê de. Ev yek jî metirsînê li ser pêşeroja şagirtan çêdike, her wiha tunekirina çanda kurdî ye. Banga min ji UNSIF re ku piştgirya xebatên perwedeya xwendekaran a li kampê bikin."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20'ê Çile de piştî erêkirin ji Rûsiya girt êrîşî kantona Efrînê kir. Di encamê de bi hezaran welatiyên Efrînê neçar man ku dev ji cih û warê xwe berdin. He wiha bi sedan welatî şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi hevkariya Rêveberiya Kantona Şehba Kampa Berxwedan li navçeya Fafînê ya navçeya Ehris vekir, da ku welatiyên Efrînê li wir bi cih bibin.

(dc)

ANHA