'Meclîsa Dîlokê komkujiyên dewleta Tirk rewa nîşan dide'

Siyasetmedarên navçeya Zirganê meclîsa ku li Dîlokê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin wekî meclîsa xayîn pênase kirin û ji endamên ENKS'ê yên di bin banê Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê de xwestin ku dev ji wan berdin û vegerin nava gelê xwe.

'Meclîsa Dîlokê komkujiyên dewleta Tirk rewa nîşan dide'
10 nîsan, 2018   07:30

ALVA OSÊ-SILAVA EBDULREHMAN / HESEKÊ

Siyasetmedarên ji Partiya Çep a Kurd ên navçeya Zirganê ya girêdayî kantona Hesekê derbarê dargirkeriya dewleta Tirk ji kantona Efrînê re ji ajansa me re axivîn û gotin ku meclîsa ku dewleta dagirker bi alîkariya endamên ENKS'ê ava kiriye, nûnertiya gelê Efrînê nake û destnîşan kirin ku bi vê meclîsê dewleta Tirk dixwaze komkujiyên xwe rewa nîşan bide.

Endamê Rêveber ê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ebdulrehman Memê diyar kir ku dagirkirina Efrînê di encama komplo û pîlanek navdewletî li dijî gelê kurd pêk hatiye û wiha got, "Rûsya û dewleta Tirk a dagirker li ser dagirkeriya Efrînê beramberî Xûta Rojhilat lihev kirine. Dagirkeriya dewleta Tirk û bi cihkirina çeteyên ji Xûta li Efrînê, li herêmê guhertina demografiya herêmê nîşan dide."

Memê, her wiha da zanîn ku Efrîn heta vê kêliyê teslîm nebûye û wiha dom kir, "Şervanên YPG, YPJ û QSD'ê hîn li Efrînê ne. Çalakiyan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîn in. Bi gotineke din Efrîn bi hemû hêza xwe li ber xwe dide."

Memê, her wiha da zanîn ku itîfaq û komployên ku li dijî gelê Sûriyê têne kirin hîn jî didom in û wiha pê de çû,"Dewleta Tirk û Rûsya niha jî di nava hevkariyê de ne. Dixwazin Idlib bermaberî  hin herêmên hatine rizgarkirin, bidin."

Endamê Rêveber ê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ebdulrehman Memê derarbê Meclîsa ku dewleta Tirk li Dîlokê ava kiriye jî wiha got, "Divê ENKS'a ku di bin banê Koalîsyona Opozisyonê de kar dike, li xwe vegere. Vegere aliyê gelê Sûriyê û ji meclîsa wan vegere. Meclîsa Dîlokê ji bo dagirkeriya Artêşa Tirk û kiryarên wan ên li dijî mirovahiyê rewa nîşan bide hatiye avakirin."

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Fûda El-Elî jî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê ne tenê gelê kurd hedef digre û got ku ew hemû gelê Bakurê Sûriyê yên Fedaraliya Demokratîk wekî bingeha çareseriyê nîşan dan hedef digirin.

El-Elî her wiha da zanîn ku ENKS'ê ji destpêka Şoreşa Rojava û heta niha xeta şaş girtiye û wiha dom kir, "Hemû biryarên wan şaş in. Hevakriya wan bi dewleta Tirk a dixwaze dema Osmaniyan vegerîne, diyar e. Divê ENKS'ê ku rola wê di avakirina Meclîsa xayînan de hebû, xwe ji meclîsê vekşîne. Ji ber meclîsa wan dixwaze komkujiyên dewleta Tirk rewa nîşan bidin."

(dc)

ANHA