Rojeva rojnameyên Erebî…

Rojnameyên Erebî yên îro derketin bal kişandin li ser êrîşa li ser Dûmayê ku tê îdîakirin ku çekên kîmawî hatin bi karanîn û nêzîkatiyên cîhanî li hemberî vê êrîş, hate gotin ku Trump diyar kiriye ku dê di nava çend saetan de derbarê Sûriyê de biryarek mezin bidin. Rojnameyan behsa pêşveçûnên li Dûma ya Şamê.

Rojeva rojnameyên Erebî…
10 nîsan, 2018   08:41

 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di weşandên xwe yên îro giranî dane êrîşa kîmawî yên li ser Dûma ya Şamê û helwestên ku derbarê êrîşê de derketine, pêşveçûnên li Xûta û Dûma, her wiha amadekariyên hilbijartinên Iraqê, pêşketinên artêşa Yemenê li hemberî Hûsiyan û rewşa Filistînê.

Washington derbarê Sûriyê de biryar dide

Rojnameyên Erebî  bal kişand  li ser êrîşa li Dûmaya ya Sûriyeyê ku tê îdiakirin ku çekên kîmyawî hatine bikaranîn. Rojnameya El-Şeriq El-Eewst nûçeyek bi sernavê "Bijarteyên bargehên rêjîma Sûriyê yên ku dê werin hedefkirin, li ser maseyê ne" weşand û di nivîsê de hate gotin ku Serokê Amerîka Domald Trump derbarê êrîşa li Dûmaya ya  Xûtaya Rojhilat ku pêk hatî ku tê îdiakirin ku çekên kîmyawî yên qedexekirî hatine bikaranîn diyar kir ku ew ê di nava çend saetan de biryarekî leşkerî bidin û diyar kir ku li ser mijarê bijarteyên bargehên hêzên rêjîmê ya Sûriyê yên werin hedefkirin ji fermandarên leşkerî wergirtine."

Rojavayî bijarteyên cezakirina berpirsyarên êrîşa kîmawî ya li ser Dûmayê nîqaş dikin

Rojnameya El-Heyat têkildarî mijarê, nûçeyek bi sernavê "Di mijara cezakirina berpirsyarên »Kîmawî li ser Dûma« de nêrînên navdewletî" avêt. Di nûçeyê de hate gotin ku di mijara »Êrîşa kîmawî« ya li ser Dûmayê ku roja în û şemê hate kirin û rêjîma Sûriyê hate tuhmetbarkirin, helwestên cûda ji aliyê navdewletî ve derketine. 9 dewletan ji bo nîqaşa dosyayê banga civînekê li Konseya Ewlkeriyê kir."

Êrîşa li ser balafirgeha Teyfûr

Êrîşa hawayî ya li ser balafirxaneya leşkerî ya Teyfûr ya di navbera Humis û Palmêra de, di rojeva rojnameyên Erebî de cih girt. Li ser vê mijarê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi din sernavê "Çavkaniyên Israîlî êrîş wekî bersiva radestkirina Sûriyê ji bo Îranê pênase dikin"  avêt. Rojnameyê got, "Rexmî ku Israîl hî jî bi adetên xwe yên kevin ve girêdayî û tu daxuyanî li ser êrîşa li dijî balafirgeha leşkerî ya tîpa «T4» ya li nêzî Humis a Sûriyê ku Israîl tuhmetbar dike, nadeye. Lê gelek rayedarên berê yên hikûmet û artêşê rola wê destnîşan  kirin."

Di berdewama nivîsê de hate gotin, "Hin aliyên siyasî û leşkerî ev êrîş bi civîna sê alî ya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê ve girêdan û gotin ku Israîl dibîne ku «Di vê civînê de destek ji bo Îran hate dayîn ku li Sûriyê bimîne» ev yek jî zirarê dide berjewendiyên Israîl û dewletên yekbûyî û hevkarên wê."

Rêjîm Xûta girt û çeteyên Ceyş El-Islam hejmarek girtî berdan

Derbarê pêşveçûnên li Xûtaya Rojhilat, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Xûta di bin kontrola rêjîma Sûriyê de ye û «Ceyş El-Islam» bi dehan girtî serbest berdan" weşand. Li gorî nivîsê "Duh, amadekariyên derxistina çekdarên «Ceyş El-Islam» û malbatên wan ji bajarê Dûma ya ku bargeha dawî ya çekdarên opozisyonê li Xûtaya Rojhilat a Şamê dewam kir. «Ceyş El-Islam»  hejmarek polîsên leşkerî yên rêjîma Sûriyê serbest berdan."

Beriya hilbijartinên Iraqê, xapandin û kirîna dengan

Rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa amadekariyên hilbijartinên Iraqê nûçeyek bi sernavê "Lîsteya El-Malikî eşkere dike ku ji bo kirîna dengan «xapandin» heye û Hevbendiya El-Amirî da xuyakirin ku pere ji derve têne derbaskirin " weşand. Di nûçeyê de ev tişt hate gotin, "Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên zagonî li Iraqê re, ku tê payîn 22‘ gulanê dest pê bike, tê gotin ku buhayê «karta bernamzetiyê» 200 dolar derbas kiriye, gelek bernamzet mîlyon dolarî ji bo hemleyên propogenda serif dikin. Cîgirê Konseya Bilind a Islamî û Endamê Hevbendiya El-Fetih ku El-Amirî serkêşiya wê dike, Ebdulkerîm El-Neqîb bang li welatiyan kir ku  «guhê xwe nedin» sozên bernamzeta, ji ber ku piraniya wan «ne rast in» û diyar kir ku «Yê ku beriya hilbijartinan  tiştekî pêşkêş neke, wê piştî wê jî tiştekî neke»"

Hêzên Hûsî têk diçin

Rojnameyan her wiha bal kişandin ku hêzên Yemenê nêzîk dibin ku Hûsiyan li bargeha wan têk bibin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Hikûmeta Rawa ya Yemeneê diyar kir ku Hûsî di bargeha wan sereke ya Sadeyê têk diçin" weşnd. Di nûçeyê de wiha tê gotin "Serokwezîrê Yemenê Ehmed Ubreyd Bin Dixir got ku «Binkeftina milîsên Hûsî li Sade destpêka têkçûna wan li Sena, Teiz, El-Hudeyde û Beyda ne», û destnîşan kir ku «Milîsên Hûsî yên destekê ji Îranê digirin li hemberî hêza leşkerî ya li ber xwe ned. »

Di meşên vegerê de 30 Filistînê hatin kuştin

Rojnameyên Erebî her wiha cih dane pêşketinên li Filistînê, ji wan, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Peyama hevbeş a roja înê «şewistandina ala Israîl» weşand. Di nûçeyê de wiha hate gotin "Piştgiriya cîhanî ya ji bo xwepêşadarên Filistîniyan ên li se sînorê Xeza û Israîl de armancên «Meşên mezin ên Vegerê»  bi serxistin. Di meşên ku 30‘ê meha derbasbûyî dest pê kir de 30 filistînî şehîd bûn û bi hezaran jî bi guleyên dagirkeriyê birîndar bûn."