Dewleta Tirk çeteyan ber bi Kerkûkê ve dişîne

Li sînorê Kerkûkê 5 çeteyên DAIŞ hatin kuştin. Li ser bedena çeteyek yê hatî kuştin ala dewleta Tirk hebû. Ev jî tê wateya wê yekê ku dewleta Tirk çeteyên xwe dişîne Kerkûkê.

Dewleta Tirk çeteyan ber bi Kerkûkê ve dişîne
10 nîsan, 2018   07:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine standin di malpera Heşdî Şebî de tê gotin ku şeva 8’ê Nîsanê li gundê Humerî Beşardê Reşadî yê li navçeya Hewîce li sînorê parêzgeha Kerkûkê, tûgaya 16 ya Heşdî Tirkmen êrîşek bir ser hêlînek ya çeteyên DAIŞ’ê. Hat zanîn ku di encama êrîşê de 5 çeteyên DAIŞ hatine kuştin û yek jî bi birîndarî dîl hat girtin.

Herwiha li gorî malperê çeteyên hatine kuştin hemû kesên biyanî bûn. Li gorî wêneyên çeteyên DAIŞ yên hatîn kuştin ku ji aliyê malpera Heşdî Şebî ve hatiye belav kirin, li ser bedena çeteyek ji wan ala dewleta Tirk tê dîtin. Ev jî belgeyeke dine ku dewleta Tirk çeteyan dişîne Kerkûkê.