Êzidiyên Hesekê: Divê hemû cîhan li dijî kiryarên dewleta Tirk derkevin

Êzidiyên bajarê Hesekê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî civaka Êzidî ya li Efrînê siyaseta tunekirinê didin meşandin û bi darê zorê ola Islamê li ser wan feriz dikin,  her wiha mezarên wan ên olî ruxandin.

Êzidiyên Hesekê: Divê hemû cîhan li dijî kiryarên dewleta Tirk derkevin
10 nîsan, 2018   06:57

SILAVA EBDULREHMAN-ALVA OSÊ/ HESEKÊ

Şêniyên Hesekê yên Êzidî derbarê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li dijî Êzidiyên Efrînê ji ajansa me re axivîn û bang li civaka navdewletî kirin ku li dijî siyasetên tunekirinê ku dewleta Tirk li dijî Êzidiyên Efrînê  pêk tîne,  derkevin.

Ilyas Awso diyar kir ku Êzidî ji sedên salan rastî ferman û komkujiyan tên û wiha dom kir, "Dewleta Tirk niha û pêşiyên wan ên Osmanî, dixwazin bawerî û çandinên herêmê tune bikin. Dewleta Tirk a dagirker kiryarên hovane li dijî gelê Efrînê pêk tîne. Welatiyên Êzidî li Efrînê neçarî ola Islamê dikin. Ola ku ji xwe kirine perde û li pişt wê sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê pêk tîn in."

Awso, di berdewama axaftina xwe de kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê bibîr xist û ev tişt got, "Kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê wekî kiryarên DAIŞ'ê yên li Şengalê ne. Êrîşên wan yek in li Şengalê jî DAIŞ'ê welatî neçarî ola Islamê kirin. Em bêdengiya civaka navdewletî ya hemberî vê yekê bi tundî rexne dikin, dewletên Ewropî yên îdaya mafê mirovan dikin, ji van sûcên li dijî mirovahiyê têne kirin, li kur in?."

Endamê Mala Êzîdiyan li Herêma Cizîrê Mehmûd Memê jî derbarê mijarê wiha got, "Meclîsa ku li Tirkiyê hatiye avakirin, meclîsa xayînan e. Ew dixwazin dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re rewa nîşan bidin. Em wekî gelên Bakurê Sûriyê meclîsa wan bi tu awayî qebûl nakin. Divê endamên  ENKS'ê yên wekî Ibrehîm Biro û Fûad Elîko ji meclîsê vekiş in. Em ê qebûl nekin tu kes ji derveyî şêniyên Efrînê rêveberiya Efrînê bike. Kesên li wir parastina herêmê kirine, hene."

Mehmûd Memê di dawiya axaftina xwe de jî bibîr xist ku Berxwedana Serdemê didome û hîn jî bi dawî nebûye û ev tişt anî ziman, "Hîn li Efrînê qehremanên wê hene. Wê xaka xwe  bi xwîne xwe feda bikin."

(dc)

ANHA