Xebatên temîrkirina Pira Romanî bi dawî bû

Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên temîrkirina Pira Romanî I dawî kir, di heman demê de xebatên temîrkirina pira Tirşrîn jî didomîne.

Xebatên temîrkirina Pira Romanî bi dawî bû
9 nîsan, 2018   14:40

REQA

Komîteya XIzmetguzarî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hemû hêza xwe ji bo temîrkirina tiştên ku ji ber şer wêran bû ne, di nava liv û tevgerê de ye. Komîteyê temîrkirina Pira Romanî ya taxa Ferdosiye ya Reqayê di encama xebatên bê navber a 12 rojan bi dawî kir û îro pir ji rêwiyan re hate vekirin.

Serokê Dayîreya Herêmî ya Karûberê Şaredariyan a Meclîsa Sivîl a Reqayê Endizyar Salih Mihemed derbarê mijarê de got ku temîrkirina pira Romanî wekî çareseriyeke lezgîn ji welatiyan re hate pêkanîn û da zanîn ku niha jî xebatên temîrkirina Pira Tiştîn a di herêma depoyên genim (Sewami) de didome û destnîşan kir wê di nava 15 rojan de ew jî bikeve xizmeta welatiyan de.

(dc)

ANHA