Şaredariya Cezrat a Dêrezorê xizmeta welatiyan dike

Şaredariya Bajaroka Cezrat a Dêrezorê bê navber kar û xebatên jib o xizmeta welatiyan pêşkêş dike. Şardariyê heta niha 11 navendên belavkirina avê aktîf kirine. He wiha ji bo pêşxistina çûn û hatina welatiyan kar û xebatên xwe pêş dixe.

Şaredariya Cezrat a Dêrezorê xizmeta welatiyan dike
9 nîsan, 2018   04:45

FÎRAS TEYAWÎ/DÊREZOR

Şaredariya bajaroka Cezrat a Dêrezorê bi armanca xizmeta welatiyên herêmê di 1'ê mijdara 2017'an de ji aliyê Meclîsa Sivîl a Dêrezorê ve hate vekirin.

Şaredariyê navendên belavkirina avê yên Cezrat El-Bû Hemed, Cezrat El-Mîlac, El-Badiya Ebû Xeşb, Cerwan, El-Kiber, Hermûşiye, El-Sexîre, El-Sewe, Sefîra û Mihêmîd temîr kirin. Ev hemû navend careke din ketin xizmetê.

Di heman demê de şaredariyê keraca bajaroka Cezarat made kir da ku welatî bi hêsanî berin û werin. Her wiha 300 ruxse dan ajokarên otobîsên di navbera herêmên Qamişlo, Hesekê û Tebqayê û herêmê ve. Niha otobîs li ser xetan diçin û tên.

Ekîbên zabta (displînê) jî bi hemû komîteyên şredariyê re kar dikin, da ku rê nedin binpêkirinên ku ji aliyê hin kesan ve têne kirin. Ruxsetên avakirina xaniyan jî têne dyaîn. Heta niha 76 ruxset hatine dayîn, avahiyên ne li gorî ruxsetê werin çêkirin, xwediyên wan têne cezakirin.

Şaredariyê ji Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê 2 terektor wergirtin da ku karê paqijiyê li herêmê pêk bînin. Her wiha bendozerek ji bo bendên çeteyan çêkiribûn rabike jî wergirtin.

Şaredariyê her wiha riya di navbera Cezrat û Kuber jî vekir û bi derfetên xwe yên kêm ew rê temîr kir.

Hevseroka Şaredariya Bajaroka Cezrat Recai El-Ebid diyar kir ku ew amadekariya pêkanîna pirojeyên pêşerojê dikin û wiha got: "Pirojeyên pêşerojê çêkirina navberiyan, her wiha temîrkirina parkên herêma Cezrat, navenda serjêkirina sewalan were çêkirin û sûka zebze û mamdeyên xwarinê were vekirin. Her wiha em ê di xebatên temîrkirina riyên ziyan dîtine de kar bikin. Niha pêwîstiya me bi bendozer, qelab, bagira kolanê û rafaya ceyranê heye."

(dc)

ANHA