ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-04-2018
9 nîsan, 2018   04:00

*Dê  qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê neçarî koçberiya kantona Şehbayê bibin, diyar kirin ku ew ê bi tu awayî qebûl nekin ku meclîsa navê "Meclîsa Herêmî ya Efrînê" ku ji aliyê dewleta ve hatiye avakirin qebûl nekin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên Efrînê yên elewî û êzîdî ji pêkanîna rêûresmên xwe yên olî mehrûm kir. Piştî ku mezarên wan ên olî ruxanin û ew neçar kirin ku ji gundên xwe koçber bibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin şermezar kirin û pirsyar kirin, gelo qanûnên navdewletî ji kiryarên dewletleta Tirk û tecrîda giran a li ser Ocalan li kur in. Welatiyan her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û NY'yî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li tecrîdê bîne. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên kantona Kobanê wê cenazeyê Şehîd Elaedîn Kobanê ber bi goristana Şehîd Dicle ve oxir bikin. 16.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLTÎK

*Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî) Ebdulkerîm Siko diyar kir ku ew her kurdekî ku destê xwe kiriye destê dijminê kurdan re li dijî doza kurdî îxanet kiriye û wiha got: "Dagirkeriya tirk wê nikaribin şoreşa gelê kurd ku di dilê şervan û gelê wê de zindî bûye tune bike." ( BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Hejmara jinên ku navê xwe ji bo tevlî dewreya perwedeyê ya ji aliyê mala Jinê ya Navçeya Ên Îsa wê were vekirin qeyd dikin, zêde dibe. Armanca perwedeyê ew e ku jin bibin xwedî tecurbe û ji zihniyeta koletiyê ku di dema DAIŞ'ê de li ser wan hatibû ferizkirin xilas bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Fermandariya YPJ'ê Zinarîn Qamişlo diyar kir ku hêzên wan xwe naspêrin tu hêzên derve ji bo parstina xaka Rojava-Bakurê Sûriyê û destnîşan kir ku divê baweriya gelê Bakruê Sûriyê bi hêza wan were û li derdora wan kom bibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Şaredariya Bajaroka Cezrat a Dêrizorê bê navber kar û xebatên jib o xizmeta welatiyan pêşkêş dike. Şardariyê heta niha 11 navendên belavkirina avê aktîf kirine. He wiha ji bo pêşxistina çûn û hatina welatiyan kar û xebatên xwe pêş dixe. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Tebqa yek ji giringtirîn herêmên Sûriyê yên hirî jê tê derxistin. Ji ber xwezaya wê bûye sedema ku şêniyên wê xwedîkirina sewalan werkî berhemeke serek di jiyana xwe de pêk tîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di dema ku rêxistinên navdewletî erka ya mirovî pêk nayîn in û alîkariyan ji koçberan re pêşkêş nakin, hejmarek mezin ji welatiyên Sûriyê yên ji ber kiriyarên rêjîma Sûriy û çeteyên DAIŞ'ê malên xwe terik kirine û di kampên belav bûyî de jiyan dikin. Rewşa wan a  jiyanî jî pir giran e. (BI WÊNE DÎMEN)

ANHA