Şêniyên Efrîn ê em ê qebûl nekin meclîsa Tirkiyê Efrînê rêve bibe

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê neçarî koçberiya kantona Şehbayê bibin, diyar kirin ku ew ê bi tu awayî qebûl nekin ku meclîsa navê "Meclîsa Herêmî ya Efrînê" ku ji aliyê dewleta ve hatiye avakirin qebûl nekin.

Şêniyên Efrîn ê em ê qebûl nekin meclîsa Tirkiyê Efrînê rêve bibe
9 nîsan, 2018   04:30

SÎMAV XELÎL-ARIF SILÊMAN/ŞEHBA

Şêniyên Efrînê ji ber bombebaran û topbarana Artîşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê neçar man u dev ji warên xwe berdin û niha li Şehbayê bi cih bûne, diyar kirin ku ew ê tu carî qenûl nekin meclîs ku bi pereyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye erkdarkirin, rêveberiya herêmên wan bikin.

Welatiyên bi navê Rustem Reşîd yê ji navçeya Şiyê derbarê mijarê de wiha got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve endamên meclîsa wan reviyan bûn û di otêlên Istembolê de jiyan dikirin. Meclîsa wan li Dîlokê hate avakirin. Kêşeya serke ew e ku endamên meclîsa wan pirsgirêkên gelê me nizan in û jiyan ne kirine. Perwedeya xwe li kur dîtine, ev hemû isbat dike ku dewleta Tirk û ENKS'ê bi hev re li ser dagirkirina Efrînê itîfaq kirine."

Reşîd di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: "Meclîsa wan tiştekî ji bilî bere û desthildariyê nizane. Ew bi êşa gelê me nizanin, ew girêdayî istixbaratê dewleta Tirk in. Dema me rêveberiya xweser a Efrînê ava kir ew li kur bûn. Reviya bûn û di otêlên Tirkiyê de bûn. Gelê me berprisyariya xwe rakir û herêmên xwe bi ru met parast."

Welatiyê bi navê Tewfîq Ebdo yê ji navçeya Bilbilê jî derbarê mijarê de wiha axivî: "Meclîsa ku li Dîlokê ji aliyê Erdogan û hikûmeta wî ve hatiye avkirin, da ku dîmografiya hermê bide guhertin, wê nikaribe rêveberiya me bike. Kantona Efrînê a gelê xwe ye, dagirker baş vê yekê dizanin. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên dagirkerî dixwazin dema Osmaniyan vejîn bike."

Welatiyê bi navê Ekrem Bakîr jî da zanîn ku Meclîsa ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye avkirin komkujiyan derheqê welatiyan pêk tîn in û ev tişt anî ziman: "Em meclîsa ku ji aliyê neviyên Osmaniyan hatiye avakirin, qebûl nakin."

(dc)

ANHA