'Dijminên bav û kalên me, wê nebin hevkarên me'

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî) Ebdulkerîm Siko diyar kir ku ew her kurdekî ku destê xwe kiriye destê dijminê kurdan re li dijî doza kurdî îxanet kiriye û wiha got: "Dagirkeriya tirk wê nikaribin şoreşa gelê kurd ku di dilê şervan û gelê wê de zindî bûye tune bike."

'Dijminên bav û kalên me, wê nebin hevkarên me'
9 nîsan, 2018   04:15

HÎWA MEHMÛD/ QAMIŞLO

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (El-Partî) Ebdulkerîm Siko derbarê geşedanên dawî û gefên dewleta Tirk a dagirker ji gelê Bakurê Sûriyê re ji ajansa me re axivî û got ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan dixwaze gelê kurd tune bike û ji bo vê yekê bi hemû komên terorist re hevkarî kir.

Siko, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser meclîsên herêmî ku dewleta Tirk ji aliyê hin kurdên girêdayî xwe re ji bo qaşo Efrîn bi rêve bibin ava kiriye û wiha got: "Em wan kesêndi meclîsên Tirkiyê de cih digirin kurd hesab nakin. Ew çetene ji bo berjeweniên dijim kar dikin. Ew xayîn in, ji ber destê xwe kirin destê hikûmeta Tirk a faşist û dûrî doza kurdî ketin."

Siko, di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew ku îradeya azad a gelê herêmê binpê bike û wiha dom kir: "Dagirkirina Efrînê di encama xayîntiya dewletên mezin û itîfaqên siyasî yên di navbera wan de pêk hatiye. Ma ew nizanin  ku Efrîn kurdiye û wê bimîne kurdî û keleha berxwedanê."

Siko her wiha da zanîn ku Erdogan bi nexweşiya dijberiya her tiştkî kurdî ketiye û wiha dom kir: "Lê wê nikaribe şoreşa gel ku di dilê şervan û gel de zindiye tune bike. Ew ê nikaribe neteweyek demokratîk ku gelê xwe û şehîdên xwe li ser fikirê Ocalan tekoşîn dane meşandin û canê xwe feda kirine, bê bandor bike. Wê gelê me azadiya xwe û rumeta xwe bidest bixe."

Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (El-Partî) Ebdulkerîm Siko di dawiya axaftina xwe de jî got ku dagirkeriya Tirk wê demek dirêj nemîne û wê hemû xaka Bakurê Sûriê ji dagirkiriya Tirk were rizgarkirin û ev tişt anî ziman:"Ma dam şervanên me bi rihê tolhildana ji hevalên xwe yên şehîd tekoşînê didin meşandin, wê dijminên bav û bapîrê me nebin dostê kuran. WÊ tu carî baweriya me bi dewleta Tirk nayê, em ê heta dawî şerê wan bikin."

(dc)

ANHA