Du semîner li ser jiyana Ocalan hatin lidarxistin

Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo 2 semînerên ji hev cûda li ser jiyan û tekoşîna Ocalan lidar xistin.

Du semîner li ser jiyana Ocalan hatin lidarxistin
8 nîsan, 2018   19:43

QAMIŞLO

Kongreya Star li navçeya bajaroka Hilwe û Meşûqê ên Tirbespiyê li ser jiyan û tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdula Ocalan 2 semînerên cûda lidar xist. Di semîneran de tedrîda giran ku hikûmeta AKP'ê li ser Ocalan feriz kiriye hate şermezarkirin.

Semîner bi rêzgirtinê destpê kir. Di semîeran de Endamên Kongreya Star a Navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo û Asya Cûma axivî û bal kişandin ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û destnîşan kirin ku Ocalan ji bo azadiya civakê dest bi şoreşê kir û li dijî dagirkeran serî hilda.

Di axaftinan de her wiha komploya ku li dijî Ocalan hatiye ferizkirin jî hate vegotin û hate gotin ku gelek dewletên cîhanê ji bo revandina Ocalan û teslîmkirina wî ji Tirkiyê re ketin liv û tevgerê de. Her wiha hate destnîşan kirin ku Ocalan ji bo doza kurdî û gelên bindest tekoşîna xwe dewam kir û îro bi fikir û felsefeya wî li Bakurê Sûriyê gelek destkeftî hatine bidest xistin.

Di semîneran de her wiha hate gotin ku şopandina riya Ocalan wê gelên herêmê bighîjin ewlekarî û azadiya xwe. Di semîneran deher wiha komplo û tecrîda giran ku li ser Ocalan hatiye ferizkirin hate şermezarkirin.

Semîner bi diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re bi dawî bûn.

Dê Kongreya Star li herêma Cizîrê civînên xwe yên derbarê tecrîda giran ku li ser Rêberê GElê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferizkirin, dewam bikin.

(dc)

ANHA