MSD'ê divê hesab ji kujerên sivîlên Dûma were pirsîn

Meclîsa Sûriyaya Demorkatîk (MSD) komkujiya hovane ku li dijî gelê Dûma pêk hat bi tundî şermezar kir û ji aliyên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan xwest ku hesab ji kujeran bixwazin û rê li ber kuştina gelê Sûriyê bigirin.

MSD'ê divê hesab ji kujerên sivîlên Dûma were pirsîn
8 nîsan, 2018   19:34

NAVNEDA NÛÇEYAN

MSD'ê derbarê komkujiya Dûma ku xaza kîmyawî ya di qadên navdewletî de qedexeye hate bikar anîn daxuyanî da. Di êrîşê de bi dehan welatiyên sivîl şehîd bûn.

Daxuyaniya MSD'ê wihaye:

"Di dema ku itîfqa di navbera hêzên herêmî û navdewletî têne kirin, gelê Sûriyê tê qetil kirin û kiryarên li dijî mirovahiyê li ser wan tê ferizkirin.êşên gelê me li Xûta û Efîrnê hemwext hatin. Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker derheqê gelê me yê sivîl dewam dike.Artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan binpêkirinandikin, bi hezaran welatiyên sivîl bi zorê hatin koçberkirin.

Cîhan bi sûcên herî hovane ku ji Dûmahatin şiyar bûn. Di dîmen û wêyan de diyar dibe ku çawa xaza di qadên navdewletî de hatiye qedexekirin hatiye bikar anîn. Di encamê de bi dehan welatiyênsivîl jiyana xwe jid est dane, komkujiya Dûma jî li dehan komkujiyên ku li Sûriyê bi gitşî ji Efrîn û heta Xûta pêk tên zêde bû.

Em wekî MSD'ê komkujiya ku dijî gelê me yê Dûma pêk hat bi tundî şermezar dikin û em ji aliyên têkildarî yên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan daxwaz dikin ku bi awayekî cidî li dijî kujeran tevbigerin da ku dawî li kuştina sivîlên Sûriyê were.

Her wiha em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şifaya lezîn ji birîndaran re hêvî dikin."

(dc)

ANHA