Zarokên Şengalê roja zarokên êzîdî ya cîhanî pîroz dikin

Bi sedan zarokên Şengalê piştî sê sal di ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê û koçberkirina welatiyên wê re derbas bû, yekem car roja zarokên êzîdî ya cîhanî li bajarê xwe Şengalê pîroz kirin.

Zarokên Şengalê roja zarokên êzîdî ya cîhanî pîroz dikin
8 nîsan, 2018   16:46

ŞENGAL

Çeteyên DAIŞ'ê sê sal berê êrîşî qezaya Şengalê kirin, piştî hêzên wê demê qaşo parastina Şengalê dikirin, xwe vekşandin, çeteyan bajar dagir kirin û komkujî pêk anîn. Bi hezaran welatiyên Şengalî girtin û komkujî li dijî wan pêk anîn. Lê gêrîlayên HPG/YJA-Star û YPG/YPJ'ê destwerdan kirin û parstina gelê herêmê kirin û rê vekirin da welatî berê xwe bidin Çiyayê Şengalê.

Piştî sê sal di ser êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ'ê re derbas bû, her wiha piştî ku hêzên Berxwedana Şengalê herêmê ji çeteyan rizar kirin, welatî vegeriyan bajar, gund û navçeyên xwe.

Tevgera Jinên Azad a Êzîdiyan bi armanca kêfxweşiyê bixe dilê zarokên Şengalê şahiyeku lidar xist.

Di destpêka şahiyê de li ser navê Mamosteyên Şengalê Ehemed Şengalî axivî roja cîhanê ya zarokên Şengalê ku RÊveberiya Demorkatîk a Şengalê ragîhand li hemû zarokên êzîdî yên Şengal û cîhanê pîroz kir.

Şengalî da zanîn ku ew bi saya berxwedana hêzên xwe gihiştî vê rojê û gelê Şengalê ji tunekirina olî rizgar bû  wiha dom kir: "Pêşmergeyên PDK'ê reviyan û em rû bi rû bi çeyên DAIŞ'ê re hiştin. Em ne parastin. Em ê hêvî dikin ku hemû şêniyên Şengalê û zarokên wan ên hîn jî çarenûsa wan ne diyar e, rizgar bibin, da ku beşdarî vê roja ku Rêveberiya Xweser a Şengalê ragîhandiye pîroz bikin."

Paşê jî zarokan stran pêşkêş kirin, zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman. Tê payîn ku şahiyên zarokan sê rjan dewam bikin, roja dawî jî wê li bajaroka Xanesorê were lidarxistin.

(dc)

ANHA