TEV-DEM li Helebê alîkarî dan şêniyên Efrînê

TEV-DEM'ê li Helebê alîkarî ji malbatên ji kantona Efrînê hatine taxa Şêxmeqûsd re pêşkêş kirin.

TEV-DEM li Helebê alîkarî dan şêniyên Efrînê
8 nîsan, 2018   15:16

HELEB

Welatiyên Efrînê ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê neçar man mal û milkên xwe terik bikin û berê xwe bidin koçberiyê.  Hejmarek ji wealtiyên Efrînê ku çeteyan mal û milkên wan talan kirin, berê xwedan Taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî. TEV-DEM'ê li Helebê alîkariyên pêwîst li welatiyên koçber belav kir.

ALîarkiyên hatin belavkirin ji pêdiviyên sereke yên malan pêk dihat.

Hevseroka TEV-DEM'ê ya Helebê Suad Hesen derbarê mijarê de wiha got: "Rêxistinên mirovî beranberî gelê me yê ji Efrînê koçber bûne, erka xwe pêk neyîn in. Em bang li hemû rêxistinên mirovî û NY dikin ku alîkariyan ji şêniyên Efrînê re pêşkêş bikin."

Welatiyan jî spasiya TEV-DEM'ê ku alîkarî ji wan re pêşkêş kirin, kir.

(dc)

ANHA