Rêjîma Sûriyê: me derbarê derketina çeteyan ji Dûma lihev kiriye

Rêjîma Sûriyê ragîhand ku wan û çeteyên Ceyş El-Islam derbarê derketina çeteyan ji bajarê Dûma ya Şamê ber bi Cerblusê ve lihev kirine. Ev ragîhandina rêjîmê piştî çekên kîmyawî li Dûma hate bikaranîn.

Rêjîma Sûriyê: me derbarê derketina çeteyan ji Dûma lihev kiriye
8 nîsan, 2018   14:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya rêjîma Sûriyê SANA li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ragîhand ku wan çeteyên Ceyş El-Islam li ser derketina hemû welatiyên hatine revandin li Dûmayê beranberî ku çete jî ji Dûma ber bi Cerablusê ve derkevin. hate gotin ku ev itîfaq wê di navbera 24 saetan de pêk were.

Ajansa Anterfas a Rûsî destnîşan kirin ku wê derketina çeteyên Ceyş El-Islam îro ji Dûma ya Xûta Rûjhilat destpê bike. Piştî wê heman rêjîma Sûriyê ragîhand ku Çeteyên Ceyş El-Isalam doza hevdîtinan kir. Ceneralê Rûsî û Serokê Navenda Rûsiya ya Aştî û Lihevanîna li Sûriya yê Yûrî Yîftoşînko diyar kir ku wê îro derxistina çeteyan ji Dûma destpê bike.

Çeteyên Ceyş El-Isalam êvara şemê rêjîma Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyawî tewanbar kir, Dewletên Yekbûyî yên Amarîka daxwaza hesab ji Esed û hevkarên wî kir.

(dc)