Li Sîdekanê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin

Li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek hate kirin. Di encamê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Sîdekanê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin
8 nîsan, 2018   09:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî gotin, li dijî leşkerên Tirk ên ku li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomînin, duh çalakiyek hate kirin.

Hate ragihandin, ku di dema derbasbûna leşkerên Tirk de teqemeniya ku gerîla li herêmê bi cih kiribû teqiya û di encamê de gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn.

Duh danê nîvro jî li dijî leşkerên Tirk ên li girê Alîşer ê navçeya Geverê bi cih bûbûn çalakiyek hate kirin û gelek leşker li vir jî mirin û birîndar bûn.