Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat

Efrîniyên ku di Kampa Berxwedan a li Şehbayê de dimînin, ji ber kêm derfetan û xemsariya rêxistinên navneteweyî, gelek zehmetiyan dikşînin. Lê hêviya serkeftinê û vegeriya wan li ser axê, hîna zindî ye.  

Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
Kampa Berxwedan...Hêviya Serkeftinê û vegeriya li welat
8 nîsan, 2018   09:54

ŞERVÎN MUSTEFA-CEFER / ŞEHBA 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê bi hevkariya Şaredariya Gel a Şehbayê, di 20`ê Adarê de ji bo pêşwazîkirina şêniyên Efrînê yên ji ber metirsiyên komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji malên xwe derkevin, li navçeya Fafînê ya Şehbayê dest bi amadekariya  avakirina Kampa Berxwedan kirin.

Kampa ku li ser rûbara 12 hektar axa amade kirin, di  4 rojan de 800 kon di kampê de hatin bicihkirin. Tê  payîn hejmara konan di kampê de bighêje hezar î. Heta niha 3 hezar welatiyên Efrînê di kampê de dimînin. Li hemû gund û navçeyên Şehbayê 350 hezar welatiyên Efrînê dimînin.

Bi  vekirina kampê re, Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û Rêveberiya Kantona Şehbayê pêwîstiyên sereke yên welatiyan ji madeyên xwarinê, kehrebe, av, isfinc û betanî bi cih anîn. Her wiha di kampê de, cenetoreke mezin ji bo ceyranê li kampê hate danîn. Bi vê yekê rojê 6 saetan khrebe di kampê de heye û amadekarî têne kirin ku bi riya enerjiya rojî 24 saetan kehrebe li kampê hebê.

Ji aliyekî din ve jî, alîkariyên ku şêniyên Bakurê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê ji bo welatiyên Efrînê  kom dikin, bi riya Komîteya Alîkariyê ya Kampa Berxwedan li ser gelê Efrînê têne balavkirin. Komkirina alîkariyê jî heta niha dewam dike.

Rewşa tenduristî li kampê

Heyva Sor a Kurd di roja yekemîn a vekirina kampê de,  noqteyeke xwe ya tenduristî vekir û rojane zêdetirî 100 nexweşan pêşwaz dike û pê pere derman dide wan.

Lê Heyva Sor a Kurd ji ber kêmbûna dermanên nexweşiyên wekîʺSil, Laşmaniya, Sorikʺ zehmetiyan dikşîne.

Çarenûsa zarokan ne diyar e!

Zarokên Efrînê ji ber  derketina wan ji welatê xwe û tunebûna dibistanan li kampê, heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Tevî vê yekê jî zarok di nava kampê de dilîzin û li benda vekirina dibistanan li  kampê ne.

Rêxistinên navneteweyî li kur in?

Ji endamên rêveberiya  Kampa Berxwedan Cîhan Mihemed derbarê sozên ku rêxistinên navneteweyî dane ku wê alîkarî pêşkeşî welatiyên Efrînê bikin, ev agahî dan,ʺRêxistina UNICEF û Komîseriya Karûbarên Penaberan gelek caran serdama kampê kirin û  rewşa kampê ji nêz  ve şopandin. Her wiha pêwîstiyên welatiyan jî hemû qeyîd kirin û soz dan ku ew ê alîkariyê rêbikin. Lê mixabin tenê gotinan dibêjin û sozan didin, lê tiştekî pêşkeş nakin.ʺ

Cîhan da zanîn wan derbarê pêwîstiya kampê û misogeriya vegera welatiyan li warê xwe, gelek belge ji NY re rêkirine.

Gel, baweriya bi serkeftinê û vegera li welatê xwe zindî ye

Welatiyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên hovane ji Efrînê derketin û hatin li Şehbayê bi cih bûn, tevî rewşa wan a dijwar, lê hêviya serkeftinê û vegera li welatê xwe tu carî nehatiye şikandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a Efrînê bi hevkariya Rêveberiya Kantona Şehbayê amadekariyên vekirina kampeke din li Şehbayê dikin, da ku welatiyan di wir de bi cih bikin.

(kc)

ANHA