Kurd beşek ji Sûriyê ye û ji bo parastina xaka wê têdikoşe

BuroyaTêkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê got: "Em beşeke ji Sûriyê û têkoşîna parastina yekîtiya niştimanî ne. Pêwîste doza Kurdî were çareserkirin."

Kurd beşek ji Sûriyê ye û ji bo parastina xaka wê têdikoşe
8 nîsan, 2018   09:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Têkiliyên Doplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em wekî Buroya Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê tekez dikin ku em beşeke ji xaka Sûriyê ne, têkoşîn û berxwedana me ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê ye. Rola me ne cihê nîqaşê ye, pêwîste  doza kurdî were çareserkirin, ji ber ku doza Kurdî girêdayî çareseriya niştimanî ya aloziya Sûriye ye. Dewleta Rûsya dixwaza Sûriyê parçe bike û li ser vî esasî tevdigere. Me êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê wekî dagirkirina tevahî xaka Sûriyê bi nav kir, me parastina Efrîn kir, lê Rûsya rê ji dagrikeriya Tirkiyê re vekirin û herêmê dagir bike. Heger nakokiyên Rûsya- Amerîka hebin û heger Rûsya nikaribe li hemberî Amerîka bisekine ne ji mafê tu kesî ji aliyê Rûsya ve ku behsa me bike anî jî êrîşên li ser me wekî êrîşên ne raste rast li ser Amerîkayê bi nav bike.

Çend rojên derbasbûyî ji aliyên siyasî yên Rûs ve behsa rola kurdan di Sûriyê de hate kirin û pirsa rola kurdên Sûriyê de çi ye û em Sûrî ne na?, her wiha projeya me û yekîtiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bi awayî ne rast hate behiskirin.

Pîvanên niştimanî ku nasnameya exlaqî û Sûrî isbat dike, ne bi danûstandinên bi Tirkiyê re ye, û ne jî bi qebûlkirina rola sîxurên rêjîmê ye. Lê belê xetek me ya siyasî diyar heye, ev xet ne serbixwe ye, siyaseta me ji çarçoveya Sûriyê derneketiye, em bi îradeya xwe bawer in, ji ber em îradeya xwe temsîl dikin û me ne ji hêzên ku îradeya xwe spartiye aliyekî, em bi ti awayî qebûl nakin ku kes vîna me têk bibe.

Li Efrînê, Rûsya destek da Tirkiyê ku beşek ji xaka Sûriyê bi rengekî eşkere dagir bike.

Îro hin aliyên Rûs dixwaze me tewanbar bike û bi niştimaniya me ya Sûrî gumana dikin, ji ber ku em komployên wan teşhîr dikin. Rûsya bi Tirkiyê lihevkirinan dike, mane Tirkiyê sedema bingehîn a aloziya Sûriyê ye, ji ber vê yekê Rûsya şirîkê wê ye!! Ew kes qala çi dikin?!

Rûsya terorîstên li başûr û başûrê-rojhilatê Şamê ber bi Idlibê ve dişîne. Beriya du salan ve jî heman tişt kir ku terorîst ji Dareya derxistin û li Idlibê bi cih kirin. Îro li Efrînê jî terorîstan bi cih dike, mîna ku ji dewletekê veguhesîne dewletek din. Bidawîkirina terorê li herêmeke Sûrî û  bicihkirina wan li herêmek din tê wateya ne wekheviyê û derxistina cûdahiyê û destpêka parçekirinê nîşan dide. Rûsya terorê istismar dike û bi Tirkiyê re lihevkirinan dike da ku Tirkiyê dagir bike, dema qala vê yekê tê kirin, dibêjin ku bi biryara Şamê pêk hatiye, Şam li hemberî van kiryarên ku bi desteka Rûsya tê kirin li kuderê ye?

Rûsya roleke neyinî di astengkirina mûzakeriyên navdewletî yên derbarê Sûriyê de dilîze, herî dawî Kongreya Sochi ku wekî pêkenokekê bû vê yekê nîşan dide. Di encamên kongre de Tirkiyê bi desteka Rûsya beşek ji xaka Sûriyê dagir kir. Niha jî hewl dide Sûriya parçe bike û destekê dide Tirkiyê da ku pîlanên xwe li dijî gelê Sûriyê de pêk bîne. Me gelek proje û pêşniyar ji bo çareseriyê pêşkêş kirin, armancên projeyan ne parçekirina û serxwebûna ji Sûriyê ye.

Mayîna Tirkiyê li Sûriyê bi desteka Rûs tê kirin. Rûsya bi derxistina terorîstan ji herêmekê û şandina wan ji bo herêmeke din û veguhestina şer ji herêmekê ber bi herêmeke din li ser xwîna gelê Sûriyê hesabên navdewletî dike.

Li ser vê yekê pêwîste xebat ji bo aşîtî û armaniya Sûriyê li gorî pransîpên exlaq were kirin, her wiha divê armancên teşhîrkirinê an jî tunekirina aliyekî werin xistin. Gelê me bi salan rastî siyasetên inkarkirin û zulmê hat. Domandina siyasetên bi vê rengî tê wateya dûrketina ji rastiyê.

(bb)

ANHA