Navenda 10 hezar hiktar zeviyên Reqa av dide carde ket xizmetê

Piştî xebatên ku ev 5 meh in dewam dike, Komîteya Avdanê ya Reqayê navneda ku avê dide 10 hezar hiktar ji zeviyên Reqayê temîr kir.

Navenda 10 hezar hiktar zeviyên Reqa av dide carde ket xizmetê
7 nîsan, 2018   14:48

REQA

Navenda Avdê ya li gundên El-Ednandiye ku deh hezar hiktar zeviên herêmên bakur-rojavayê Reqayê av dide piştî xebatek demdirêj hate temîrkirin û êdî welatî dikarin zeviyên xwe jê av bidin.

Komîteya Avdanê ya Reqayê bi nêzîkbûna dema çandiniya zeviyên demsala havînê re karîbû navenda ku dînemoya li ser bîra El-Hişim bixe xizmetê, îro jî navenda derxistina avê ku avê di riya boriyan re derdora sî metrî radike û dide kenalên reyê. Di riya wan kenalan re derdora deh hezar hiktar zeviyên herêmê têne avdan.

Bi dehan cotkarên herêmê, endamên komîn û melcîsan, her wiha endamên Melcîsa Sivîl a Reqayê beşarî merasîma vekirinê bûn.

Mersîm bi rêzigirtinê destpê kir, paşê li ser navê Komîteya Avdarê ya Reqayê Salih El-Hemîd, li ser navê Melcîsa Gel a Bîr El-Hişem Îsa El-Xabûr, li ser navê Melcîsan Necah El-Hemûd axivîn.

Di axaftinan bi xêrhatina hemû beşdaran hate kirin û hate gotin ku gelê herêmê bi hêza xwe karin gelek pirsgirêkên xwe çareser bikin û avê û ceyranê vegerîn in xaka xwe.

Piştî axaftinan beşdaran xelekên govendê gerandin û ji ber vegera avê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

 (dc)

ANHA