Li Dêrizorê Meclîsa Şehîd Ehmed El-Şêx hate vekirin

Meclîsa Sivîl a Dêrizor bi armanca rêxistinkirina welatiyan navenda Meclîsa Şehîda Ehmed El-Şêx bi merasîmekê, vekir.

Li Dêrizorê Meclîsa Şehîd Ehmed El-Şêx hate vekirin
7 nîsan, 2018   14:47

DÊRIZOR

Meclîsa Sivîl a Dêrizorê xebatên xwe yên rêxistinî di nava civakê de didomîne. Di vê çarçoveyê de  û bi armanca rêxistinkirina welatiyan li gundê Ebû Şemis a Dêrizorê Meclîsa Ehmed El-Şêx hate vekirin. Bi dehan welatiyên gund û nûnerên Partiya Sûriyaya Pêşerojê jî beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê li ser navê mêvanan axaftin hatin kirin û vekirina navendê hate pîrozkirin, her wiha hate destnîşan kirin ku vekirina navend û meclîsan bi saya fedekarî û berxwedana hêzên QSD'ê û gelê herêmê pêk hatiye. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku wê navend bibe cihê rêxistinkirina welatiyan û çareserkirina pirsgirêkên wan ên di hemû qadên jiyanê de.

Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê navendê ji aliyê Malbata Şehîd Ehmed El-Şêx ve hate vekirin.

Merasîm bi xelekên govendê bi dawî bû, her wiha şêranî li beşdaran hate belavkirin.

Şervanê QSD'ê Ehmed El-Şêx di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bû.

(dc)

ANHA