Kongreya Star çalakiyên ji bo azadiya Ocalan didomîne

Rêxistina Kongreya Star a Qamişlo derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan semînerek lidar xist. Di semînerê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Kongreya Star çalakiyên ji bo azadiya Ocalan didomîne
7 nîsan, 2018   16:08

QAMIŞLO

Semîner di çarçoveya Çalakiyên ku Kongreya Star li Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina Tecîrda giran ku li ser Ocalan hatiye ferizkirin, li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna  dehan welatiyan hate lidarxistin.

Semîner bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endamê Komîteya Perwedeyê ya Herêma Cizîrê Semîra Hecî Elî axivî û bal kişand ser ji dîroka jidayîkbûna Ocalan û hate gihişt asta pêkanîna şoreşê û wiha got: "Ocalan ji tehlîla kesayeta jinê destpê kir û tekoşîna ji bo azadiya civakê mezin kir."

Semîra di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku Rojava-Bakurê Sûriyê bi saya fikrê Ocalan tekoşînek mezin hatiye meşandin û jin pêşengtiya şoreşê dikin. Em li ser xeta ku Ocalan ji me re nîşan daye tekoşîna xwe pêk tîn in."

Semîra, her wiha destnîşan kir ku dewletên ku azadiya gelan naxwazin Ii dijî Ocalan komplo pêk anîn  û bi vê yekê xwestin ku di kesayeta Ocalan îradeya gelê kurd binpê bikin.

Di berdewama semînerê de Endama Kongreya Star Delîla Umer jî axivî û got ku ew ê bi hemû hêza xwe li dû rêberê xwe bin û parastina wî bikin.

Delîla her wiha destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe çalakiyan ji bo azadiya Ocalan û şikandina tecrîdê lidar bixin.

Semîner bi diruşmeyan bi dawî bû.

(dc)

ANHA