Di şahiya Rojbûna Ocalan de zarokên Şehîdan hatin xelatkirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girê Spî bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şahiyek lidar xist. Di şahiyê de zarokên şehîdan xelat kirin.

Di şahiya Rojbûna Ocalan de zarokên Şehîdan hatin xelatkirin
7 nîsan, 2018   14:22

GIRÊ SPÎ

Şahî li Parka Mihemed Dira ya li taxa Şhîd Hogir Girê Spî hate lidarxistin. Di şahiyê de diyarî û xelat li zarokên şehîdan hate bavlavkirin.

Partk bi wêneyên Ocalan û şehîdên azadiyê hate xemilandin, her wiha alên YPG, YPJ, QSD û Saziya Malbatên Şehîdan hatin dalqandin.

Bi dehan endamên saziyên Girê Spî û rêveberiyên Meclîsa malbatên Şehîdan, her wihabi sedan welatiyên herêmê beşdar bûn.

Şahî bi rêzigirtinê destpê kir, paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdulah, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid, Cîgirê Hevserokê Meclîsa Girê Spî Sebrî Nebo û Endama Kongreya Star Werde Muslim axivîn.

Di axaftinan de rojbûna Ocalan li hemû gelên herêmê hate pîrozkirin û hate gotin ku zarokên şehîdan bingeha tekoşîn û fedekariya ji bo azadiya vê xakê ne. di axaftinan de her wiha soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Piştî axaftin bi dawî bû, Koma Roj a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Girê Spî govendên folklorî pêşkêş kirin.

Di dawiya şehiyê de şêranî li beşdaran hate belavkirin, her wiha diyarî li zarokên Şehîdan hate belavkirin.

(dc)

ANHA