Pêşengeha wêneyên komkujiyên Artêşa Tirk a dagirker hate vekirin

Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê pêşengeha wêneyan lidar xist. Di pêşengehê de wêneyên qurbaniyên komkujiyên Artêşa Tirk a dagirker ku li Efrînê şehîd bûn, hate pêşandan.

Pêşengeha wêneyên komkujiyên Artêşa Tirk a dagirker hate vekirin
7 nîsan, 2018   14:16

HESEKÊ

Pêşengeh li navena Çand û Hunerê ya Hesekê hate vekirin. Di pêşengehê de bi dehan wêneyên Berxwedana Serdemê hatin pêşandan. Di roja a pêşengehê de Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê beşdar bûn.

Di pêşengehê de wêneyên zarokên ku di encama bombebaran û topbarana Artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê de şehîd bûne hate pêşkêş kirin. Her wiha hin wêneyên ku dijwarî û şideta topbarana û bombebaran a Artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê nîşan dide hatin pêşandan.

Dê pêşengeh du rojan dewam bike.

(dc)

ANHA