Balafirên şer ên dewleta Tirk Sîdekan bombebaran dikin- Hate nûkirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk gundên herêma Sîdekan bombebaran dikin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk Sîdekan bombebaran dikin- Hate nûkirin
7 nîsan, 2018   11:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro balafirên şer ên dewleta Tirk herêmên Xinêre, Xakûrk û Geliyê Reş ên li sînorê bajarokê Sîdekan ê girêdayî herêma Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêr ve bombebaran kirin û bombebaran didome.

Der barê êrîş û bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de rêveberê bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rojnewsê re wiha got; “Ji sibehê ve dewleta Tirk bê navber herêma Bradost bombebaran dike. Heya niha balafirên şer li ser herêmê digerin û bombebaran didome.”

Îhsan Çelebî wiha jî got; “Cihên niha tên bombebarankirin Xakûrk, Xaneqîn, Geliyê Reş û çend cihên dinin. Rewşa ewlehiya Sîdekan metirsiyê de ye. Welatiyên ku ji ber bombebaran û topbaranên dewleta Tirk koçber bûne, nikarin cardin vegerin malên xwe.”

Hêjay gotinê ye ku dewleta Tirk çend rojin dest bi bombebaran û topbarana herêma Sîdekan kiriye û êrîş didomin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk beşek zêde yê welatiyên herêmê neçar mabûn ku malên xwe bicih hiştine û nikarin ji ber êrîşan vegerine ser mal û cihê xwe.