Şehîdê Erka Xweparastinê li Serêkaniyê hate oxirkirin

Bi seda welatiyên herêma Serêkaniyê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Wail Hisên li Goristana Şehîdan a bajarê Serêkaniyê oxir kirin.

Şehîdê Erka Xweparastinê li Serêkaniyê hate oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê li Serêkaniyê hate oxirkirin
7 nîsan, 2018   11:51

HESEKÊ

Welatiyên gund û bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê şervanê Wail Hisên ku di encana qezaya tirafîke de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî berê xwe dane Goristana Şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve hate destpêkirin.

Paşê, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê Serêkaniyê Selman Îsa axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, canê xwe dan,

Piştre li ser navê Heza Erka Xweparastin Salim Birahîm jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, îro dîroka berxwedaniya gelê Kurd tê nivîsandin.

Salim got ku ji erkê wan ê exlaqî û niştîmanî ye ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya cangoriyên azadiyê da.

Paşê, nasnameya şehîd hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hate definkirin.

(kc)

ANHA