Çavê Rejîma Sûriyê li Qelemûn e! 

Rêjîma Sûriyê ku nêzî girtina bargeha herî dawî ya çete  li Xûta Rojhilat bûye, çavên wê li Qelemûn e. Rêjîmê gef li çeteyên li Qelemûn xwar ku heger şertên wan qebûl nekin ew ê operasyona leşkerî mîna ya li Xûta Rojhilat li dijî wan pêk bîne.

Çavê Rejîma Sûriyê li Qelemûn e! 
7 nîsan, 2018   11:12

YEHYA EL-HEBÎB/ NAVENDA NÛÇEYAN

Herêma Qelemûn a rojhilat, xwedî stratîjiyeke girîng e, ku bejahiya Sûriyê, sînorê Urdun, Iraq, bejahiya El-Bûkemal, rojhilatê Humis, gundewarê Şamê û Xûta Rojhilat dighîne hev.

Qelemûn a rojhilat, ji bajarên girîng wekî; El-Dumêr, El-Nasiriya, El-Rehîba û El-Qitêfê pêk tê. Herêma Qelemûn her wiha dikeve rojhilatê riya navdewletî ya di navbera Şam û Humis de.

Komên çeteyan  rêjeyeke berfireh ji Qeleûm girtine. Herêma Qelemûn ji bo rojîma Sûriyê xwedî ciheke girînte ku Şamê ji aliyê rojhilat û bakurê biparêze.

Ji ber ku herêma Qelemûn xwedî cihekî stratîjîk e û bi fosfat dewlemend e, her wiha ji ber ku Şamê bi herêma bejahiya Sûriyê ku herêmên Rûs tê hesabkirin ve girêdide, rêjîma Sûriyê hewl dide piştî ku Xûta rojhilat vala bike Qelemûn ji her aliyan ve misoger bike.

Herêma Qelemûn ji bo Îran jî xwedî cihekî girîng e, ji ber ku riya Tehran, Bexda, Şam û başûrê Lubnanê dighîne hev. Her wiha berjewendiyên Îranê di bargehên fosfatê yên di bejahiya Sûriyê de misoger dike. Agahî hene ku niyeta Îran ji bo avakirina boriyên gaz ku di Iraq û Sûriyê, heta deryaya Spî derbas dibe, hene.

Herêma Qelemûn a rojhilat jî ji herêmên "kêmkirina şer" e ku di encamên lihevkirinên dewletên navê grator (Rûsya, Tirkiya û Îran) li xwe dikin derketiye.

Rêjîma Sûriyê ji bo girtina vê herêmê pîlanan dike, di vê çarçoveyê de pîlanan şer û koçberkirin dike. Hêzên rêjîmê ji beriya çend salan ve herêma Qelemûn a rojhilat dorpêç kiriye.

Ji dema lihevkirina li ser "herêmên kêmkirina şer" ve, rêjîma Sûriyê, Rûs û Îran vê îtîfanê bi kartînin da ku her yek li gorî xwe destwerdanê di herêmên di bin serweriya komên çete bike. Li beramberî vê yekê jî destur bidin Tirkiyê herêmên li Heleb, Cerablus, Bab û heta Efrînê dagir bike.

Rûs û Îran pîlanan dike ku komên çete  li deverekê kom dikin da ku di demên pêş de li ser wan nîqaşan bikin, an dê bi riya dûrxistina şîrîkên xwe Tirkiyê êrîşî wê bikin an jî bakurê Sûriyê veguherînin herêmekî Sinî.

Ji xwe armanc ji lihevkirinên wan, demografiya herêmê biguherin, her wiha herêmên nû rêxistin bikin da ku karibûn berjewendiyên hîn mezintir qezenc bikin, mîna li Efrînê pêk hat ku Kurdên li Efrîn hatin koçber kirin, piştre jî rêjîma Sûriyê qanûneke nû derxistin ku koçber di nava mehekê de mal û milkên xwe belge bikin.

Di gel siyasetên ku li Sûriyê têne kirin, pirsa ku derdikeve, gelo dê şêniyên Qelemûn a rojhilat bêne koçberkirin û di encamê de riya Îran ber bi Deryaya Spî were misogerkirin?, her wiha, dê Rûsya  gaz û fosfatê qezenc bike li bermaberî ku Tirkiyê gundewarên Idlib û Hema dagir bike û herêmên bi navê nûqteyên kontrolê li wir ava bikin?.

(bb)

ANHA