Meclîsa Rêveber a Efrînê civîna xwe lidar xist

Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê bi amadebûna serok û cîgirên desteyan, li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê, civîna xwe ya heftane lidar xistin. 

Meclîsa Rêveber a Efrînê civîna xwe lidar xist
7 nîsan, 2018   11:09

ŞEHBA

Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê jî di civînê de, amade bûn.

Di civînê de, rewşa herêmê û Meclîsa Rêveber, mekaznîmeya avakirina komîteyên ji bo xizmeta şêniyên Efrînê û jinûva rêxistinkirina xebatên desteyan hate nîqaşkirin.

Mijara herî sereke ku di civînê de hate nîqaşkirin, avakirina nexweşxaneyekê bi awayekî lezgin da ku xizmeta welatiyan bike. Ji ber nexweşî di navbera welatiyan de belav dibin.

Herwiha di civînê de hate gotin ku ji bo destekdayîna mirovahî û tenduristî rapor ji gelek aliyên peywendîdar re hatine şandin.

Di dawiya civînê de, hate tekezkirin ku wê pêdiviyên Kampa Berxwedan hemû were bicihanîn û xebatên vekirina Kampa Serdemê werin lezkirin.

(kc)

ANHA