Yek ji wan rojnamevan du welatiyên Filîstînî jiyana xwe ji dest dan

Yek ji wan rojnamevan du welatiyên Filîstînî, di encama êrîşên hêzên Îsraîl de jiyana xwe ji dest dan.

Yek ji wan rojnamevan du welatiyên Filîstînî jiyana xwe ji dest dan
7 nîsan, 2018   09:43

 XEZA

Meşa Vegera Mezin a Filîstînê ev du hefte ne dewam dike. Nûçegihan me ji Xezayê raghand ku yek jê rojnamevanʺYasir Mirtecîʺ du welatiyên Filîstînî ku duh di Meşa Vegerê de birîndar bibûn, îro jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî duh 10 welatiyên Filîstînî jiyana xwe ji dest dan.  Bi vê  yekê re, hejmara welatiyên ku heta niha di Meşa Vegera Mezin de jiyana xwe ji dest dane, bûne 32.

Her wiha nûçegihanê me da zanîn ku duh hezar û 354 welatî birîndar bûne û 33 ji wan xeter in. Ji destpêa Meşa Vegera Mezin de 2 hezar û 800 welatî birîndar bûne.

(kc)

ANHA