Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve çandiniya zeviyên havînê kêm bûye

Li bajaroka El-Mensûra ya başûr-rojhilatê herêma Tebqayê çandiniya berhemên genim û zeviyên havînê ji ber dewleta Tirk ava çem qut kiriye, kêm bûye. Ev yek jî bandorê li jiyana şêniyên herêmê dike.

Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve çandiniya zeviyên havînê kêm bûye
7 nîsan, 2018   07:21

MIHEMED EL-EREB/TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê didomîne. Herî dawî jî ava çemên Firat û Belîx qut kiriye. Vê yekê jî bandor li jiyana welatiyên herêmê ku jiyana xwe ji berhemên çandinyê pêk tîn in, kir.

Li gorî yasayên navdewletî divê ava berhemên xwezayî yên di gelek dewletan re derbas dibe, were parvekirin. Ev li ser çemê Firat û Belîx jî pêk tê.

Li gorî madeya sêyemîn a NY'ê ya maf û erkên aborî ku di sala 1974'an de hate destnîşan kirin, divê berhemên xwezayî yên bi 2 dewletan re hevbeş were parvekirin. Divê her dewletek li gorî hevbeşî vê bikar bîn in.

Ema dewleta Tirk van bendên navdewletî binpê dike û ava çemên Firat û Belîx ji ser Bakurê Sûriyê qut kiriye.

Cotkarên bajaroka El-Mensûra ya Tebqayê jî ji vê yekê bi tirsin, ji ber wê berhemên genim û berhemên çandiniyê yên demsala havînê li herêmê gelekî kêm bû ye.

Li gorî hejmartin û lêkolînên hatine kirin, rêjeya genim ji sedî 90 li herêmê kêm bûye. Welatî niha jî bi tirsin derbarê avdana berhemên demsala havînê, ku ji ava çem av didan, her wiha bîrên wan jî bi kêmbûna ava Çemê Firatê bi bandore bû ye.

Berpirsê Buroya Xizmetan a Meclîsa Bajaroka El-Mensûra Mihemed Mehmûd El-Racî derbarê mijarê de got ku Sûriyê cihê çandiniya madeyên xwarinê bû û tu pêwîstiya wê bi tu herêman nîn bû û got ku qutbûna avê bandor li jiyana welatiyên herêmê û çandiniya wan, di heman demê de bandor li sewalvaniyê jî kiriye.

(dc)

ANHA