‘Em ê tu carî dagirkeriya Tirk qebûl nekin'

Şêxê Eşîra El-Selman Elwan El-Darî û oldar û Şêxê bi navê Mihemed El-Qadirî diyar kirin ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê qirêj in û li dijî exlaqên mirovahiyê ne û tekez kirin ku ew ê tu carî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin.

‘Em ê tu carî dagirkeriya Tirk qebûl nekin'
‘Em ê tu carî dagirkeriya Tirk qebûl nekin'
7 nîsan, 2018   07:27

 

HÊVÎDAR HERANÎ/GIRÊ SPÎ

Rûspiyên Ereb ên herêma Girê Spî derbarê dagirkiriya dewleta Tirk ji Efrînê re û kiryarên li dijî gelê Efrînê pêk anîn, ji ajansa me (ANHA) re axivîn û diyar kirin ku ew di wê baweriyê de ne ku wê Efrîn azad bibe û wê gelê Efrînê vegerin malên xwe û tu carî rê nadin guhertina demografî ku dewleta Tirk pêk tîne.

Şêxê Eşîreya El-Selman, Elwan El-Darî derbarê mijarê de diyar kir ku dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê û karekî bê exlaqî li dijî sivîlên Efrînê pêk tîne û got ku dewleta Tirk gelê Efrînê yê resen dide koçberkirin û malbatên çeteyên ji Xûta Rojhat û deverên din, li şûna wan bi cih dike.

El-Darî di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku şênyên Efrînê wê tu carî teslîmkariyê qebûl nekin û wê xaka xwe ji dewleta Tirk û çeteyên wê ku karên li dijî exlaqên mirovahiyê pêk tîn in, re ne hêlin û wiha dom kir,"Şêniyên Efrînê wê li dijî êrîşên wan li ber xwe bidin û wê bi hemû hêza xwe parastina mal û milkên xwe bikin. Em wekî şêniyên eşîrên herêmê jî tu carî em ê dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî re ne hêlin ku xaka me dagir bikin."

Oldarê bi navê Mihemed El-Qadirî jî derbarê mijarê de got ku ew ê tu carî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ku dîmografiya herêmê dide guhertin qebûl nekin û ev tişt anî ziman, "Kiryarên dewleta Tirk li dijî nirx û pîvanên ola Islamê ye. Bi navê olê êrîşî sivîlan dikin û mal û milkên welatiyan talan dikin. Bê guman ew ê têk biçin û wê paşde werin vegerandin."

(dc)

ANHA