Zarokên Efrînê dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin dibistanên xwe

Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bi hezaran zarokên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û koçber bibin. Zarok di rewşa koçberiyê de ji dibistanan bê par mane û di rewşeke  zehmet de dijîn. Zarokan daxwaz kirin ku careke din vegerin malên xwe û dibistanên xwe.

Zarokên Efrînê dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin dibistanên xwe
Zarokên Efrînê dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin dibistanên xwe
Zarokên Efrînê dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin dibistanên xwe
Zarokên Efrînê dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin dibistanên xwe
Zarokên Efrînê dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin dibistanên xwe
Zarokên Efrînê dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin dibistanên xwe
Zarokên Efrînê dixwazin Efrîn rizgar bibe û vegerin dibistanên xwe
7 nîsan, 2018   07:07

SÎMAV XELÎL-HENAN MIHEMED/ ŞEHBA

Dewleta Tirk di êrîşên xwe ya li ser Efrînê de balafirên şer û çekên herî giran bikar anîn. Her wiha bi deh hezaran çeteyên ku ji bermahiyên DAIŞ û çeteyên El-Nusra di êrîşa li ser katnonê de dane bikar anîn. Artêşa Tirk hemû deverên sivîl û bi taybet dibistan bombebaran û topbaran kirin. Di encamê de bi dehan dibistan hatin ruxandin û bi giştî 318 dibistan, zanîngeh û peymangeh ji xizmetê derketin.

Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk a Efrînê destnîşan kir ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çetyeên wê derdora 50 hezar xwendekar ji dibistanan hatin mehrûmkirin, her wiha 19 şagirt ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê şehîd bûn û 27 birîndar bûn.

Şagirtên ji xwendinê bê par mane niha di koçberiyê de bi malbatên xwe re di rewşeke dijwar de dijîn. Zarok ji dibistanê dûr ketine û li Şehbayê niha li meydanan bi lîstokan dilîz in. Tişta herî zêde bandor li piskolojiya zarokan kiriye, dûrketina wan ji mala ku tê de mezin bûne ye.

Zarokan daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê werin derxistin da ku vegerin malên xwe û dibistanên xwe.

Zarokê bi navê Ebdulrehman Tobal (13) ji navçeya Şiyê ye derbarê mijarê de wiha got,"Em diçûn dibistanên xwe, lê dewleta Tirk dibistanên me bombebaran kirin. Em dixwazin dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkevin, em vegerin mal û dibistanên xwe."

Zarokê bi navê Elî Miho (10) jî derbarê mijarê de got ku artêşa Tirk dibistana wan ruxandin û ev tişt got,"Ez li bendê me ku vegerim warê xwe."

(dc)

ANHA