'Erdogan şêniyên Efrînê dan koçberkirin û malên wan talan kir'

Rewşenbîr û nivîskarê Sûrî Casim El-Ibêd El-Anî diyar kir ku Erdogan şêniyên Efrînê da koçberkirin, mal û milkên wan talan kir û li kantonê xerabî û wêranî pêk anî. El-Anî her wiha destnîşan kir ku Efrînê wê tu carî teslîmkariyê qebûl neke.

'Erdogan şêniyên Efrînê dan koçberkirin û malên wan talan kir'
7 nîsan, 2018   06:47

EHMED SEMÎR/QAMIŞLO

Nivîskar û Rewşenbîrê Sûrî Casim El-Ibêd El-Anî derbarê geşedan û pêşketinên li Efrînê û kiryarên dagirkiriya Tirk ên li Efrînê û tevahiya Sûriyê bersiva pirsên nûçegihanê me da.

*Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê çiye?

Dgirker kî dibe bila bibe, bi nêzîkatî û kiriyarên xwe yek e. Berê li Sûriyê dagirkiriya Osmanî hebû. Di bin navê Islamê de dagikeriya Osmanî ya kevin û ya nû pêk hat û hîn didome. Tu têkiliya Erdgoan û hevkarên wî bi olê re nîne. Dagirkeriya Tirk bi armancên cûda xaka herêmê dagir kiriye. Di heman demê de Erdogan dixwaze desthildariya xwe biparêze û dema Osmaniyan li hermê vejîn bike. Ev di kar û xebatên Erdogan ên salên derbasbûyî de diyar dibe. Li Efrînê me talan û diziyan ku pêk anîn temaşe kir.

*Piştî Efrîn  hate dagirkirin, li  Efrînê çi guhertin pêk hat?

Dewleta Tirk Efrîn li ber çavên hemû cîhanê dagir kir. Cîhana ku demokrasiyê îda dike, lê Efrîn wê teslîm nebe, Berxwedana Serdemê hîn jî didome. Di şerê Efrînê de û berxwedana hate meşandin bê edaletî hebû. Hemû cûreyên teknîk û alavên pêşketî li dijî Efrînê bikar anîn. Wekî çawa di sala 1920'an de di şerê Meyselûn bi Yûsif El-Ezma yê kurd re pêk hat. Lê berxwedana qehremanan diyar e û ji hemû civakê re dibe mînak.

*Berê dagirkeriya dewleta Tirk li kur e?

Lîstok û pîlanên wan ên qirêj ku dewleta Tirk di xaka Sûriyê de pêk tîne, diyar e, armanca wan parvekirina xêr û berhemên welat e. Dagirkeriya Tirkiyê wê di şerê QSD'ê tenê raneweste, lê belê wê bidize û talan bike. Lê beramberî vê yekê divê gelê herêmê bê îrade nemîne û bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û parastina herêmê xwe bikin. Berxwedana erka wan a sereke ye.  Divê her kes berpirsyariyê rabe û bi hêzên parastinê re bibin yek. Serkeftina gelan bi hevgirtina wan e, ev yek wê çarenûsa Efrînê diyar bike.

*Dewleta Tirk bi koçberkirina gelê Efrînê û tunekirina çanda wan çi armanc dike?

Erdogan çeteyên ku navê Artêşa Azad li xwe dikin di bin avê Mertala Firatê de bikar anîn. Ew çete di lîsteyên navdewletî yên terorê de ne. Kiryarên wan û xeta wan talankarî, destdirêjî, xirakirin û wêrankariye. Ev sifeta Artêşa Erdogan e jî, li Efrînê gel dane koçberkirin, xêr û bêra herêmê dizîn û talan kirin.

*Hûn Meclîsa ku dewleta Tirk a dagirker  piştî qetilkirina sedan sivîlan di bin navê rêveberiya Efrînê de ava kiriye, çawa dinirxîn in?

Dewleta Tirk a dagirker gelê Efrînê qetil kir û da koçberkirin, niha jî meclîsan di bin navê rêveberiya Efrînê de ava dike. Di nêrîna min de heger hemû cîhan jî were şewitandin, divê xwediyên  dozê bê moral nebin, ew xwediyên mafê û dozê ne. Gelên herêmê wê tu carî têk neçin û wê berxwedana xwe bidomîn in. Divê hemû pêkhateyên Roajva hevgirtina xwe xurt bikin, da ku parastina eniyên pêş ên berxwedanê bikin. Bi şerê gelerî û hevgiritina hemû aliyan wê Efrîn rizgar bibe û wê tu hebûn ji Artêşa Tirk û çeteyên wê re nemîn e. Hêza xwe esas girtin bingeha rizgarkirinê ye. Hevgiritina di nava gel de wê xwedî rol û armanc be wiha wê tu cihê çeteyan û meclîsên wan nîn be.

(dc)

ANHA