Dagirkeriya Tirk zirareke mezin da zeytûnên Efrînê

Zeviyên Zeytûnan ên Efrînê di bin metirsînê de ye û ev yek wê xisarên mezin bighîne cotkarên herêmê. Di heman demê de diziya terektorên welatiyan kar û xebatên di nava zeviyan de ji cotkarên mane re jî asteng dike.

Dagirkeriya Tirk zirareke mezin da zeytûnên Efrînê
7 nîsan, 2018   04:10

FÎDAN EBDELA-ROZANA DADO  EFRÎN

Katnona Efrînê bi darên xwe yên zeyûtnan bi nav û deng e. Li gorî hejmartiya Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê hejmara darên zeytûnan li kantonê 14 milyon e. Piraniya welatiyan debara xwe ya jiyanî ji berhemên darên zeytûnan pêk tîn in.

Ji ber êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê welatiyên herêmê neçarî koçberiyê hatin kirin. Welatiyên mal û gundên xwe terik kirin û riya koçberiyê girtin.Koçberiya welatiyan bandorek neynî li zeviyên welatiyan ên zeytûnan kirin. Cotkar dûrî xizmeta zeviyên xwe ketin. Nav daran êdî nema tê cotkirin, derman neyê reşandin û nema têne avdan. Her wiha gelek xebatên din ku pêwîstiya darên zeytûnan bi wan heye.

Cotkarên di kantonê de mene jî, rewşa wan ji yên derketina ne zêdet baştire. Ji ber nikarin Artêşa Tirk û çeteyên wê rê nadin cotkaran ji malên xwe derketin, her wiha terektorên welatiyan û alavên wan ên çandiniyê dizîn û talan kirin. Di dema ku Efrîn bi zêdebûna alavên xwe yên çandiniyê dihat nasîn, niha alavên çandiniyê li gundan nema têne peydakirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê hemû dizîn û talan kirin.

Di wekî vê dema salê de welatiyan berê xwe didan bexçeyên xwe û nav daran cot dikirin, da ku gihyê biyanî ku di demsala buharê de derdikeve xilas bibe. Li aliyê din kêzika Basla Zeytûnê çê dibe û ziyanê li kulîlkên daran dike.

JI ber wê jî nexweş di daran de çêdibe, Sedema belavbûna vê nexweşiyê jî kêmbûna germahiyê û  kêmbûna şilayayê ye.  Di vê demê de cotkaran amadekariya dermankirina darên xwe dikirin, da ku rê nedin wê kêzikê ziyanê bighîne darên wan.

Serokê Desteya çandiniyê ya Herêma Efrînê Selah Îbo derbarê metirsîna darên zeytûnan li Efrînê pê re rû bi rû ev tişt anî ziman: "Cotkar nema dikarin biçin nav bexçeyên xwe, nikarin li bexçeyên xwe binerin û derman bikin. Ev yek jî bandoreke neyînî li berhemên zeytûnan dike. Di vê demê de pêwîste cotkar nava darên xwe cot bikin, her wiha darên xwe derman bikin û av dana daran jî pêwîst e."

Serokê Desteya çandiniyê ya Herêma Efrînê Selah Îbo di dawiya axaftina xwe de jî bang li rêxistinên navdewletî yên parstina berhemên çandiniyê kir da ku cotkar vegerin û di zeviyên xwe de bixebitin.

(dc)

ANHA