Îngîltere yekemîn baregeha leşkerî li Rojhilata Navîn ava kir

Qralyeta Yekbûyî li Bahreynê yekemîn baregeha leşkerî ya mayînde, ava kir.

Îngîltere yekemîn baregeha leşkerî li Rojhilata Navîn ava kir
6 nîsan, 2018   12:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Pêncşemê yekemîn baregeha leşkerî ya Îngîlîz hate vekirin. Baregeha leşkerî dikeve başûrê paytexta Bahreyn Manama ku yek ji welatên biçûk yê Kendavê ye. Li vê baregehê beriya niha 4 gemiyên mayînan ên Îngîlîz hebûn. Li baregehê wê nêzî 300 leşker û pernosel werin bicih kirin. Îngîltere bi vê baregehê re nêzî nîvê sedsalê, cara yekemîne hêzên xwe yên leşkerî li Rojhilata Navîn bi cih dike.

Li Bahreynê 5 fîloyên DYA’yê hene. Qralyeta Yekbûyî û Bahreyn di nava kooalîsyona navnetewî ya ku pêşengtiya wê DYA dike, ya li dijî DAIŞ’ê de cih digrin.

Wezareta Parastinê ya Îngîlîz ji bo avakirina vê baregehê DAIŞ weke hîncet nîşan da. Wezaretê wiha got; “Weke Bahreynê ku bi îtîfaqeke nêz li dijî DAIŞ’ê û hêzên herêmê têkoşîn dayîn gelek girîng e.”

Qralyeta Yekbûyî ji sala 1971’an ve li Kendavê ne xwedî baregehekî herdemî bû. Artêşa Îngîlîz piştî dagirkirina Iraqê di sala 2003’an de li Basrayê baregeheke derbasker avakirîbû û di sala 2009’an de leşkerên xwe ji Iraqê vekişand.